'Em di 1’ê Îlonê de li Strasbourgê bin'

'Em di 1’ê Îlonê de li Strasbourgê bin'

Berdevkê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî Fûat Kav ji bo mitînga dê di 1’ê Îlonê de li be avahiya Konseya Ewropayê bê lidarxistin, bang li Kurdistanî û dostê wan kir û got; “Aşitî tenê dikare bi azadiya Ocalan pêk bê.”

Înîsiyatîf dê di 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê de bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” li ber Konseya Ewropa ya li bajarê Strasbourga Franseyê mitîngek li dar bixe. Ji berdevkên Înîsiyatîfê Fûat Kav, bal kişand ku Abdullah Ocalan zêdetirê salek e di tecrîdê de tê ragirtin û diyar kir ku her çendî gelê Kurd û nunerên Kurdan li hemberî vê yekê hewl didin û bihîstiyar in, lê neta niha di serî de Konseya Ewropayê (KE), Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek saziyên din ên navneteweyî yên peywendîdar, berpirsyartiyên xwe yên li hemberî vê yekê bi cih neanîne. Kav da diyarkirin ku ew di 1’ê Îlonê de bang li van saziyan bikin ku berpirsyartiyên xwe taloq nekirin û got; “Aşitî, tenê bi azadiya Ocalan pêk tê.”

Kav ragihand ku ew ê bi vê çalakiya xwe piştgiriyê bidin “Nobeta ji Ocalan re Azadî” ya ku bi mehan e li Strasbourgê li ber avahiya KE’yê berdewam dike jî û bang li hemû Kurdên li başûrê Almanyayê, Franse û Swîsreyê û hemû Kurdên li Ewropayê kir ku roja şemiyê beşdarî mitîngê bibin. Kav destnîşan kir ku dê ciwanên Kurd jî di heman rojê de dest bi çalakiya xwe ya Meşa Dirêj bikin û da zanîn ku dê ciwanên Kurd ji Strasbourgê heta bajarê Mannheim ê Almanyayê hefteyekê bimeşin û piştre beşdarî Mihîrcana 20’emîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî bibin.

Kav diyar kirk u dê ji bilî van çalakiyan, çalakiya “Tûra Otobûsan a ji Ocalan re Azadî” a ji aliyê Însîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî ve tê organîzekirin, dê di 8’ê Îlonê de dest pê bike û heta 24’ê mijdaran li 8 welatan û 70 navenda bê lidarxistin.