Elmanya xwedî li ajanê MÎT'ê Karataş jî derket -TAYBET

Elmanya ku lêpirsînên li ser ajanên MÎT'ê yek bi yek digire, niha jî xwedî li Mûstafa Karataş derket ku di qeyda deng de li xwe mikur hatibû ku bi MÎT'ê re dixebite.

Elmanya, ji aliyekî ve siyasetmedarên Kurd mehkeme dike û sembolên Kurdan qedexe dike, li aliyê din jî ji bo navbera xwe û rejîma Erdogan xweş bike, çi jê tê dike. Piştî ku ajanê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan ê ku ji bo sûîqesta li dijî Kurdan hatibû wezîfedarkirin hat berdan, dozgeriya federal duh jî lêpirsîna li ser 19 wezîfedarên DÎTÎB'ê yên sîxurê MÎT'ê betal kiribû.

Mîna dozgeriya federal, dozgeriya Hambûrgê jî xwedî li Mûstafa Karataş derket ku di dema karê sîxûriyê de deşîfre bûbû. Karataş ku ANF'ê di Tîrmeha bihurî de qeyda dengê wê weşand, bi rengekî berfireh qalê dikir bê çawa agahî û belge li ser siyasetmedarên Kurd kom kiriye û radestî MÎT'ê dikir.

QEYDA DENG A JI 18 DEQEYAN WEKE 'DELÎL' NEHAT DÎTIN!

Yek ji kesên di qeyda deng de qala wê dihate kirin, Parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr bû. Ozdemîr piştî eşkerebûna vê yekê, ev qedy radestî yekîneyen ewlekariyê yên Elman kiribû. Qeyda ku ji aliyê Daîreya Krîmînal a Eyaletê (LKA) ve hate lêkolîn, ji aliyê dozgeriya Hambûrgê ve weke delîl nehat dîtin.

Dozgeriyê îdîa kir ku deng bêyî daxwaza kesê navborî hatiye kirin, lewma nabe ku weke delîlekî ji sîxuriyê re bê dîtin. Di vê qeyda deng a ji 18 deqeyan de bi awayekî vekirî dihat fêhmkirin ku Karataş li dijî siyasetmedarên Kurd ji Rêxistina Paratina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye û ji MÎT'ê re xebitiye. Dadgeriya Elman bi vê biryara xwe re Karataş parast.

Parlamentera Partiya Çep Ozdemîr tevî ku yek ji wan kesên ku di qeyda deng de hedef dihate nîşandan, bi biryara dozgeriyê re giliyê ku wê der barê Karataş de kir, hat redkirin. Sê roj piştî ku qeyda deng ket destê Ozdemîr, deriyên buroya wê bi şev hatibûn şikandin.

KARATAŞ: MIN SIYASETMEDARÊN KURD DA GIRTIN

Mûstafa Karataş ê ku demeke dirêj li Hambûrgê dijiya û ji Çorûmê ye, dema ku li dijî saziyên Kurdan karê sîxuriyê dikir, kifş bûbû. Mûstafa Karataş piştî ku qeyda wî ya deng a hevdîtina bi rêveberekî MÎT'ê re derket holê kişf bû, tevî Parlamentera Partiya Çep Ozdemîr, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, Parlamentera berê ya HDP'yî Sevahîr Bayindir û gelek kesên din hedef girtibû.

Di qeyda deng de dihat bihîstin ku Karataş soz daye ji bo girtina siyasetmedarên Kurd wê hemû agahî û belgeyan kom bike û qebûl kir ku di berdêla pereyan de ji polîsên Elman re jî xebitiye. Karataş her wiha digot, tevî Bedrettîn Kavak wî siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê tên darizandin daye girtin.