Elmanya dixwaze pêdiviya xwe ya enerjiyê ji Iraqê werbigire
Serokwezîrê Elmanyayê Scholz ragihand ku, ew plan dikin ku gaz û petrolê ji Iraqê zêdetir bistînin. Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ji bo veberhênanên li welatê xwe piştgirî ji Elmanyayê xwest.
Serokwezîrê Elmanyayê Scholz ragihand ku, ew plan dikin ku gaz û petrolê ji Iraqê zêdetir bistînin. Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ji bo veberhênanên li welatê xwe piştgirî ji Elmanyayê xwest.
Bi şerê Ukraynayê re ku di Sibata sala borî de dest pê kir, ji bo çareseriya krîza enerjiyê ya li Elmanya û welatên din ên Ewropayê, berê xwe dan Iraqê. Ev mijar bû rojeva sereke ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, ku ji bo peywendiyên fermî li Berlînê paytexta Elmanyayê bû.
Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz piştî civîna xwe ya ligel Sûdanî di daxuyaniya çapemeniyê de ku her du serokwezîr amade bûn axivî. Scholz diyar kir ku, weke berdewamiya însiyatîfa ku wan ji bo berfirehkirina çavkaniyên xwe yên hinartina enerjiyê dest pê kiriye, wê welatê wî hevkariya gaz û petrolê bi Iraqê re zêde bike.
Scholz da zanîn ku, gelek welatên Ewropayê ji ber kêmbûna gazê pirsgirêk dijîn û got ku Elmanya ji bo dabînkirina hewcedariya xwe ya gazê, neçar ma çavkaniyên din peyda bike. Serokwezîrê Iraqê Sûdanî diyar kir ku welatê wî amade ye. Sûdanî anî ziman ku, wan dest bi xebatên binesaziyê yên weke danîna boriyan ji bo veguhestina gazê bo Ewropayê kirine, ji Elmanyayê xwest ku sektorên gaz û petrolê yên welatê wî veberhênanê bike.
Di berdêla peymanên enerjiyê yên ku bi Elmanyayê re çêkirine, Iraqê di sektorên tenduristî, perwerde û çandiniyê de ji rêveberiya Berlînê piştgirî xwest. Serokwezîrê Sûdanî bal kişand ser peymana ku wan bi Siemens Energy re ji bo çareserkirina pir caran qutbûna ceyranê li Iraqê çêkirine û got, "Hevkariya me bi Siemens Energy re gelek serkeftî ye, em dixwazin di warên din de jî vê yekê bibînin."
Hate diyarkirin ku santralên nû yên ku ji aliyê şîrketa Siemens Energy a Elmanî ve li Iraqê bên çêkirin, wê ji bo yek ji pirsgirêkên herî girîng ên welêt, qutbûna ceyranê, çareseriyekê bibînin. Ji bilî qeyrana aborî û gendeliya di saziyên hikûmetê de, qutbûna berdewam a elektrîkê yek ji sedemên sereke yên xwepêşandanên dijî hikûmeta navendî li Iraqê ji sala 2019’an ve ye.
REZERVÊN PETROL Û GAZÊ YÊN IRAQÊ
Elmanya ji bo ku ji girêdayiya Rûsyayê xilas bibe ev demeke bi Kanada, Qeter, Îmarat, Erebistana Siûdî û welatên din ên Kendavê re peymanên gaz û petrolê çêdike. Iraq, ku Elmanya di dawiyê de li deriyê wê xist, bi rezervên xwe yên gazê yên bi qasî 131 trîlyon metrekup di rêza 12’emîn a cîhanê de ye û 5’emîn mezintirîn berhemhênerê petrolê li cîhanê ye. Iraq bi saya termînala ku par li Besrayê hat vekirin dest bi hinartina gazê kir.