Bi banga Federasyona Elewî-Bektaşî, Elewiyên çar aliyên Tirkiyeyê ji bo ‘Hemwelatiya Wekhev’ li Enqereyê kombûn.
Bi hezaran kesên li Gara Enqereyê kombûn, xwe amade dikin ku ber bi Qada Sihhiye bimeşin. Elewiyên ku di pêşiya meşê de pankarta “Ji bo Tirkiyeyekî laîk û demokratîk, em mafê hemwelatiya wekhev dixwazin” vekirin, her wiha dowîzên amadekariyên şer yên li dijî Sûriyeyê jî protesto dikin hatin rakirin.
Elewiyan bi dowîzên “Cemxane ne ûcûbene, îbadetxaneyên me ne”, “Ev sîstem ji Kerbelayê û vir ve şaşe”, “Em hatin bibin yek deng û yek dil” daxwaz û fikrên xwe anîn ziman.