Serokê KADEP’ê û Parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî xwest Almanya daxwazên Kurdan ên di kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” a ku dê Meclîsa Federal a Alman di 15’ê Cotmehê de ji bo wê bicive, bên qebûlkirin. Elçî da zanîn ku dê 15’ê cotmehê ji bo demokrasiya Almanyayê ezmûnek be û got; “Ger biryarek erênî ji bo Kurdan bê dayîn, ev neheqiya dîrokî ya li hemberî Kurdan dê ji holê rabe.”
Meclîsa Federal a Alman dê roja duşemê ji bo kampanyaya Kurdan a bi navê “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” bicive. Her ku diçe piştgiriya ji bo vê kampanyayê zêdetir dibe. Li Almanyayê bi dehan sazî û komele, rewşenbîr,nivîskar, hunermend û siyasetmedar ji Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal xwestin ku daxwazên Kurdan qebûl bike.
Ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê piştî Hevserokên Giştî yên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, civaknas Îsmaîl Beşîkêçî, Serokê KADEP’ê û Parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî nameyek ji Seroka Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Alman Kresten Steinkeyê re şand. Di nameya gihişt destê ANF’ê de Elçî berpirsyartiyên Almanyayê bi bîr dixe û ev bang dike:
"EZMÛNA DEMOKRASIYA ALMAN"
"Gelê Kurd li ser axa ku weke dilê Rojhilata Navîn tê zanîn bi hezaran sal e bi nirxên xwe, taybetmendiyên xwe yên çandî û neteweyî yên ji kûrahiya dîrokê aniye, gelek kevnar e. Sed mixabin welatê vê gelê kevnar Kurdistan beriya nêzî sed salan piştî Şerê Parvekirinê yê 1’emîn bû qûrbanê berjewendiyên aborî yên welatên Rojava. Di 1920’an de Rojhilata Navîn ji nû ve hate avakirin, lê cih nedan Kurd û Kurdistanê.
Li şûna vê, Kurdan dan welatên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye yên ku sînorên wan nû hatin çêkirin. Gelê Kurd ji ber vê jî di van sed salan de gelek êş kiaşdn. Nasname û hebûna Kurdan hate înkarkirin. Bi awayeke rêkûpêk komkujî li hemberî gelê Kurd pêk hatin. Lê, dîsa jî gelê Kurd têk neçû, dest ji hebûna xwe ya neteweyî û nirxên xwe berneda.
Niha fêkiyênberxwedana xwe ya mafdar kom dike. Gelê Kurd û Kurdistan niha li ser dika dîrokê cihê xwe digirin. Îro ji aliyê dost û dijminên Kurdan ve tê qebûlkirin ku divê gelê Kurd di hevsegniya nû ya li Rojhilata Navîn de cihê xwe bigire.
Ez dixwazim bêjim ku rûniştina ku dê Parlementoya Federal a Almanya di 15’ê cotmehê de ji bo nasnameya Kurda pêk bîne, dê ji bo demokrasiya Almanyayê bibe ezmûnek.
Ez dixwazim bawer bikim ku dê Parlementoya we ya Federal dawî li pêkanînên xwe dispêrin înkara nasnameya Kurdan bîne, dê bersiveke erênî di çarçoveyek demokratîk de daxwazên Kurdan bipejirîne û bersivek erênî bide bêrîkirinên Kurdan. Pêngaveke wiha dê neheqiyeke dîrokî ji holê rabike û dê fêdeyek mezin bide demokrasî û aşitiyê jî. "