Ekmez: Li dijî tecrîdê divê têkoşîneke hevpar bê dayin

Endamê Desteya Rêveberiyê ya Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Mûrat Ekmez ku grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê dişopîne, bi bîr xist ku tecrîd û êşkence gefeke li ser tevahiya mirovahiyê û ji bo têkoşîna hevpar bang kir.

Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li girtîgehan ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedandina binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêkt ê, di roja 221'ê de ye. Endamê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Mûrat Ekmez anî ziman ku ew grevên birçîbûnê ji nêz ve dişopînin û ji rewşê bi tirs û fikar in.

Ekmez bi bîr xist ku girtiyên siyasî demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ne, lê mixabin dengê wan li nava raya giştî ya Tirkiye û cîhanê bi têrkerî nayê bihîstin. Ekmez diyar kir ku girtîgeh ji xwe bi giranî nayên dîtin, lewma bi hezaran mirov ji bo karibin dengê xwe bidin bihîstin bi rêk û pêk dikevin greva birçîbûnê.

SAZÎ BI XEMSARÎ TEVDIGERIN

Ekmez anî ziman ku grevên birçîbûnê di nava şert û mercên giran ên şewbê de dewam dikin û siyasetmedar, baro û saziyên pêwendîdar li gel cidiyeta mijarê jî bêdeng in. Ekmez ragihand ku weke Heyetên Şopandina Grevên Birçîbûnê ew ji vê rêveçûnê bi fikar in û ji bo girtî bi rengekî mayinde seqet nemînin ew hewl didin vê pêvajoyê çareser bikin. Ekmez destnîşan kir ku tecrîd rêbazeke êşkenceyê ye, ew vê yekê hîn bêhtir dixin rojevê û ji bo rakirina vê kiryarê hewl didin zextên li Wezareta Edaletê û dewletê bikin, bi vê armancê serdana gelek partiyên siyasî û konsolosxaneyan kirine.

Ekmez bi bîr xist ku girtiyên niha di greva birçîbûnê de ne beriya niha jî bi heman daxwazê ketibûn greva birçîbûnê û got, "Hîn bedena girtiyan xwe komî ser hev nekiribû piştî sal û nîvekê careke din ketin greva birçîbûnê. Di wê demê de zêdeyî 3 hezar girtî ketibûn greva birçîbûnê, bi rengekî nedorveger. Ew girtî careke din ketine greva birçîbûnê. Ev pêvajoyeke gelekî grian e. Ji xwe beşeke mezin a girtiyan jî demeke dirêj e li girtîgehê ne. Lewma derfetên wan ên xwarina bi têrkerî ji xw ekêm e. Di nava şert û mercên nebaş de têne hiştin. Nikarin derkevin derve û xwe bidin ber tavê. Şewb jî li vê yekê zêde bû û bi vî rengî tecrîdkirina girtiyan girantir bû.

Em di mijara jiyana girtiyan de bi fikar in. Ji ber ku di vê dema şewbê de ji ber derfetên tenduristiyê nedan girtiyan, gelek mirovan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Mixabin Wezareta Edaletê di vê mijarê de jî agahiyên têrker neda raya giştî. Ji ber vê yekê li dijî tecrîdê ku rêbazeke êşkenceyê ye divê her kes bi rengekî hevpar têbikoşe."

TECRÎD GEFA LI SER TEVAHIYA MIROVAHIYÊ YE

Ekmez destnîşan kir ku tecrîd û êşkenceya li girtîgehan gefeke li ser tevahiya mirovahiyê û bi bÎr xist ku ev tecrîd niha li nava tevahiya civakê belav bûye, ji ber vê yekê jî divê bala mirovan hîn bêhtir li ser girtîgehan be.

Ekmez bi bîr xist ku sîstema taybet a tecrîdê ya li Îmraliyê li devereke din a cîhanê nîne û got, "Ev tecrîd êrişa ji bo tunekirina îradeya mirovan e, êşkence ye. Em vê yekê li Îmraliyê hîn bi şênberî dibînin. Ev rewş ne tenê li Îmraliyê heye, li girtîgehên cuda jî li ser girtiyên cezayê heta bi hetayê li wan hatiye birîn tê ferzkirin. Bi şewbê re gelek girtî bêhtir hatin tecrîdkirin."

Ekmez herî dawî destnîşan kir ku azadî ji bo mirovan bi qasî avê û hewayê girîng e û banga berpirsyariyê kir.