Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Ehûd Barak, ger ew xetimandina di hevditinên aştiyê yên navbera Îsraîl û Filîstînê de bidomin, pêşniyar kir ku bi awayek yek alî ji ji beşek mezin yê Rojavayê Şerîayê derbikevin.
Hevpevyîna Barak ya li gel rojnameya Israel Hayom kirî, banga valekirina bidehan binkeyên bicihbûnê kir û diyarkir ku, ew dê di serî de li ser axa nêzî wan li wargehên girîng bicih bibin. Barak da zanîn ku, dê leşkerên wan yên li ser sînorê Îsraîl û Urdunê her bimînin.
Wezîrê Parastinê destnîşan kir ku, ew alîgire bi Filîstîniyan re peymanekê pêkbînin lê belê piştî xetimandina çar salan, Îsraîlê pêwîstî pê dît ku, “tedbîrên diyar” bêne girtin.
Barak dixwaze di çarçoveya hevpeymanekî muzakereyî li gel Filîstîniyan ji bo dewletê avabikin, pêwîste bi giştî Îsraîl xwe ji Rojavayê Şerîayê ku dagirkiriye bikêşe. Tê texmîn kirin ku, ev pêşniyar dê rastî muxalefeta hişk ya Îsraîliyên radîkal were .