Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (EDP) û Partiya Keskan biryara yekbûna xwe bi deklarasyonekî hevpar aşkera kir. Hat ragihandin ku, ev biryar ji ber pêwîstiya tekoşînekî bi edalet, civakî, beşdarbûyînî, ekolojîst, wekhevîtî, azadîparêzî û siyasetekî nû hatiye girtin.
Partiya Keskan û EDP’ê di 3’ê Pûşperê de kongreyên xwe hemwext li darxistin û biryara xwe ya yekbûnê li Taksîmê Otela Hill’ê di civîke ya çapemeniyê de bi deklarasyonekî hevpar ji raya giştî re ragihandin. Li salonê pankarta “Em ji bo mirov, xweza û kedê dikevin rê” hate hilawistin.
Deklarasyon ji aliyê Serokê Giştî yê EDP’ê Ferdan Ergût û Hev Berdevkên Partiya Keskan Sevîl Tûran û Kemal Tûncellî ve hate aşkera kirin.
Hat diyarkirin ku, fikra yekbûna her du partiyan, li gel ekolojiyê yekpare bûna tevgera çep û li gel tevgera çep yekparebûna ekolojiyê derket holê.
Di beşa deklarasyonê ya “Çima em li gel hevin” de wiha hate gotin: “Êdî hikmê AKP’ê nemaye, dewletê bi feraseta rêbaza cîhana kevin birêve dibe. Ne dikare pirsgirêkên çavkaniya xwe ji newekhevtiyê-bê edaletiyê-bêdemokratîkbûyînê çareser bike, feraseta aboriyekî ku ne li gel gele, her wiha jib o pêşe rojê gûmanan çêdike. Ne jî dikare pirsgirêkên weke Kurd, Qibris, Elewî, Ermenî ku çavkaniya xwe ji dîrokê digirin çareser bike, her wiha her ku diçe kûrtir dibin.
Weke din desthilatdarî her ku diçe ber bi otorîterbûn û muhefezekartiyê ve diçe û civakê dorpêç dike, dîsa li hemberî wê muxalefetekî bi feraseta cîhana kevin tê dîtin. Li Tirkiyeyekî wisan pêwîstî bi siyasetekî nû, azadîparêz, wekhevîtî, ekolojîst, beşdarbûyî, civakî û tekoşîna edaletekî bê tehmîrker heye. Aha ji ber vê me weke EDP’ê û Partiya Keskan bi parvekirina van hêvî û xelayan re, me biryar da ku em di rêyek wisan ku hêviyên me mezin bike re li gel hev bimeşin.”