DYE: Pêvajoya bernameya F-16 ya Tirkiyê didome
Şêwirmendê Ewlekaiya Netewî ya DYE’yê Jake Sûllîvan diayr kir ku Tirkiye di programa F-35’ê de nîne, lê pêvajoya ji bo F-16’an didome.
Şêwirmendê Ewlekaiya Netewî ya DYE’yê Jake Sûllîvan diayr kir ku Tirkiye di programa F-35’ê de nîne, lê pêvajoya ji bo F-16’an didome.
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Jake Sûllîvan ê ku wê bi Serokê DYE Joe Bîdenê tevlê ziyaretên Ewropayê bibe, di balafira Bîden de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Li ser pirsa bê ka Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan û Bîden li Glasgow’ê hevdîtin bike yan na Sûllîvan bersiv da û got; “Ez li bendê me ku Bîden û Erdogan li Glasowê hevdîtinê bikin. Niha nikarim vê piştrast bikim, encax bendewariya niha eve.”
Sûllîvan her wiha derbarê çawaniya nêzîkatiyên DYE ya li beramberî daxwaz F-16’an a Tirkiyê ji DYE’yê jî ragihand, “Weke hûn dizanin êdî Tirkiye di bernameya F-35’an de nîne. Lê em bên mijara bernameya F-16’an, bi salan e ku têkildarê ango wê welat çawa bikarin balafirên şer ên F-16 bikirin pêvajoyeke yê tê pêkanîn heye. Tirkiye niha di vê pêvajoyê de ye û wê ev pêvajo jî bidome. Vê gavê ji bo vê mijarê tiştekî cuda ku bêjim tune ye.”