Duran Kalkan: Em di pêvajoya çareseriya leşkerî de ne

Duran Kalkan: Em di pêvajoya çareseriya leşkerî de ne

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ya ku hewl dide bide bawerkirin ku dê PKK’ê têk bibe , li hemberî PKK’ê bin ketiye û divê îstîfa bike. Kalkan got; “Em ji niha û pêve di pêvajoya rêbazên çareseriya leşkerî de ne”. Kalkan ji bo kesên dibêjin ‘PKK nikare bi zora çekan AKP’ê têk bibe’ got, “Bila xwe biaxapînin”. Kalkan bal kişand ku divê gelê Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibin û tu rêveberiyên din nas nekin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan ji ANF’ê re axivî û bi kurtî der barê tecrîda ku saleke li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin wiha got:

-Li Îmraliyê tecîredek nayê pêkanîn. Di rastiyê de dixwazin mirovahiyê qetil bikin, dixwazin civaktiyê qetil bikin, jiyana azad qetil bikin û mirovên azad qetil bikin.

-Ev çardeh sal in dixwazîn ji hemû rastiyan qut bikin, hema bêje dixwazin jiyanê pê bidin jibîrkirin. Ji ber wê jî mirov êdî nikare vê yekê tenê mîna tecrîdekê bi nav bike. Ne ku duh rewşa Îmralî baş bû, îro rewşa xirab bûye.

- Ev çardeh sal in zext û zilmek bê navber a bi rêkûpêk heye. Mezintirîn tecrîd û îzolasyon li vir heye. dixwazin mirovan bînin rewşek wisa ku êdî nekarin bihizirin, bixebitin, bijîn.

BANGÊN JI BO AGIRBESTÊ Û HEWLDANÊN JI BO ÇARESERIYÊ

Kalkan bangên ji bo agirbestê, gotinên der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de ên ji hikûmeta AKP’ê tên û hewldanên CHP’ê nirxand û got; “Em li hemberî van gotin û pêngavên wiha zêde bi hêvî û bawer nînin. Bi rastî jî cidiyetekê divê, ger bi rastî jî em helwesteke baş bibînin em ê helbet xwedî lê derbikevin, lê bi rastî jî gelek caran hêviyên me yên di vî warî de şkandin.

PROJEYA CHP’Ê JI BO RIZGARKIRINA AKP’Ê YE

Kalkan bal kişand ser hewldanên CHP’ê yên ji bo “çareseriya pirsgirêka Kurd” û diyar kir CHP xîtabê gelê Kurd nake, tenê xîtabê AKP û MHP’ê kir. Kalkan destnîşan kir ku CHP’ê ji bo projeya xwe tenê bi AKP û MHP’ê re hevdîtin kir û got; “Ev projeya CHP’ê ji bo rizgarkirina AKP’ê ye.”

AKP BIN KET

Kalkan bal kişand ser şerê berfireh ê psîkolojîk û got; “Gelo çima ewqas pêwîstî pê dibînin? Ji ber ku êdî polîtîkayên AKP’ê xitimîne, pûç bûn, bin ket. Divê ev rastî bi awayeke zelal were dîtin. Ez dixwazin balê bikişînin ser van her du tesbîtan: ya yekekm: rêveberên AKP’ê wergirtina ji sedî 50’yê dengên di hilbijartinên Hezîrana 2011 de baş nenirxandine. Ya duwemîn jî; di sala par de şerê ku hikûmeta AKP’ê li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdan meşand, AKP’ê têk biriye. Divê her kes vê yekê baş bizane û bibîne.”

Kalkan, bal kişand ser BDP’ê û hemû aliyên muxalîf û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze hemû muxalîfan bi tehdît û êrîşkariya xwe vîna wan a siyasî bişkîne. Kalkan destnîşan kir ku AKP’ê bawer dike ku ber piştgiriya DYA’yê jî werbigire, dê bikare muxalîfa sereke PKK’ê têk bibe û wiha domand; “Qîma xwe pir zêde bi desteka di êrîşa li Lîbyayê de ji NATO û DYA’yê wergirt anî. Got qey ez ê bi zora artêşê PKK’ê têk bibim, bi darazê bixin bin kontrolê.”

ÇALAKIYA COLEMÊRGÊ BINKETINA AKP’Ê YE

Kalkan bal kişand ser çalakiya gerîlayan a li Colemêrgê jî û got ku piştî polîtîkayên tunekirin û têkbirinê yên di zivistanê de di biharê de li rastî berxwedaneke xurt hatin, vê carê xwest PKK’ê ji pêvajoya aktîf a çalakiyan derxîne û têxe rewşeke pasîf, lê ev hewldan jî hatin pûçkirin. Kalkan got; “Çawa ku di zivistanê de hêviya wan a ji agirbestê qut bû, vê carê hewldan ku PKK’ê ji posîzyona çalakiya an aktîf derxînin û têxin reşeke pasîf, lê ev hêvî û hesab bi çalakiya gerîlayan a Oremar-Şitazinê şkestin. Ev yek jî bineketina AKP’ê ye.

Kalkan got; “Bi rastî jî polîtîkayên AKP’ê di sala par de careke din li hemberî PKK’ê bin ketin” û wiha pê de çû; “Ji ber ku gelek caran Tayyîp Erdogan jî û Beşîr Atalay daxuyandin ku ew ê piştî hilbijartinê PKK’ê têk bibin. Lê salek derbas bû. Ka tunekirin û têkbirina PKK’ê? PKK bin ket an AKP? AKP bi bêçarseriyê ve asê maye. Encam li ber çavan in. Ji ber wê jî AKP di sala par de careke din li hemberî PKK’ê bin ket. Sedema vê yekê ew e ku AKP’ê encamên hilbiajrtina 12’ê Hezîrana 2011 şaş nirxand. AKP’ê hilbijartina qezenç nekiriye, wenda kiriye. Di hilbijartinê de siyaseta demokratîk, BDP bi ser ketiye. Kalkan destnîşan kir ku divê rêveberiya AKP’ê îsîtaf bike û got; “Ji ber ku bin ketiye .”

EM Ê BI TÊKOŞÎNA LEŞKERÎ TÊK BIBIN

Kalkan di berdewama daxuyaniya xwe de der barê karekterên pêvajoyê, mercên çareseriyê û stratejiya PKK’ê de wiha axivî:

“Bê guman, pêvajoya em têde ne, pêvajoya çareseriyê ye. Lê ne weke berê pêvajoya çareseriya siyasî ye, pêvajoya çareseriya leşkerî ye. Me du sal berê guhertineke stratejîk pêk anî. Em gihiştin wê qeneetê ku heta rêveberiya AKP’ê berdewam bike, çareseriyeke siyasî pêk nayê. Ji ber wê jî, me dest bi têkoşîna li ser esasê berxwedanê ji bo têkbirina siyasî ya AKP’ê kir û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û siyasî kir. Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî siyaseta AKP’ê têk bibin. Em niha li ser vî esasî têdikoşin. Hinek jî dibêjin ku ‘PKK nikare AKP bi zora çekan têk bibe’ . Yên wisa dibêjin xwe dixapînin . Weke ku ev niyeta wan rast be nîşan didin. Ma PKK çima nikare AKP’ê têk bibe? Ha ji we re, PKK’ê sala par AKP’ê têk bir. Niha AKP li bêçareseriyê asê maye. Dîsa hin alî û derdor, dibêjin ku hin nunerên berê yên PKK’ê dibêjin PKK nikare bi çekan encam werbigire. Ew rast e, ev daxuyanî hatin dayîn, lê ew daxuyaniyê berê ne. Şert û mercên wiha cûda ne. PKK’ê guhertineke mezin a paradîgmayê pêk anî. Me diyar kir ku pirsgirêka Kurd bi avakirina dewletê çareser nabe. Me çareseriya demokratîk esas girt.

MERCÊN ÇARESERIYÊ

Divê rêveberiya AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî helwest û ciddî be û li ser esasê qebûlkirina mafên gelê Kurd bernameyeke çareseriyê pêş bixe. Hema rabin bêjin PKK çekan deyne, an jî agirbesteke du alî bê ragihandin, çareserî wiha pêş nakeve. Êdî dema vana derbas bû, ew berê bûn.

Pêvajoya niha pir guheriye, hatiye derbaskirin. Kesên ku li ser esasê stratejiya Rêber Apo dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, beriya her kesê projeya xwe danîn holê. Nîşan dan ku ew di vî warî de ji dilî, cidî ne. Ji ber wê jî girîngî didin protokolên ji aliyê Rêber Apo ve hatibûn pêşkêşkirin. Ji bo Rêber Apo bikare navbeynkariyê bike, daxwaza sererastkirina şert û mercên tenduristî, azadî û ewlehiyê qebûl dikin. Wê demê pêşî li çareseriyê vedibe. Agirbest jî muzakere jî encex dikarin di pêvajoyeke wiha de bêne mîsogerkirin. Ji bilî wê pêvajoya çareseriya bi têkoşîna aktîf û berxwedanê ye.

EM LI SER XETA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ ÇARESERIYÊ DIXWAZIN

Em niha dixwazin li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî pirsgirêka Kurd çareser bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev yekê pêk bê û mimkun e. Em dibînin ku têkoşîna me ya em di vê salê de dimeşînin, digihe encamekê. Hewldan, baldarî, bername, stratejî û textîkên me ji bo vê yekê ne. Li ser vî esasî em têkoşîna aktîf dimeşînin. Gerîla li ber xwe dide, gelî serî hildide, ev yek divê zêdetir bê pêşxistin.

DIVÊ KURD XWE BI XWE BI RÊ VE BIBIN

Divê di xeta şerê gel ê şoreşgerî de: gerîla, ji berxwedanê heta serhildanê, ciwan, jin, kedkar, pîr û kal, zarok û hemû nifşên civakê her kesê dixwqaze bijî û dijî divê xwe zane bikin, bi rêxistin bikin û rêveberiya xwe bi xwe ya demokratîk ava bikin. Divê xwe bi wê rêveberiya xwe bi rê ve bibin û ji bilî wê tu rêveberiyên din nas nekin û qebûfl nekin. Ji bilî vê hemû rêveberiyên din divê ne qanûnî, faşîst, qirker, mêtînger bi hesibînin û red bikin, li hemberî wê di nava berxwedan û serhildanan dbe.