Du febrîqe, du tesîs, fîrmayeke lojîstîkê û 10 kargeh hatin şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku du febrîqe, du tesîs, fîrmayeke lojîstîkê û 10 kargeh şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku du febrîqe, du tesîs, fîrmayeke lojîstîkê û 10 kargeh şewitandine.
Di daxuyaniya însiyatîfê de hate ragihandin ku her endamekî AKP-MHP'ê yên bombeyan li Kurdistanê dibarînin, bajaran hildiweşînin û zindanan tijî dikin wê hesab bidin.
Li gorî daxuyaniyê, çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne:
"20'ê Gulanê li sûka navendî ya Kîlîmlî ya Zongûldakê 9 kargehên AKP û MHP'iyan,
Li navçeya Sûltandagi ya Afyonkarahîsarê Tesîsa Hilberîna Sotemeniyê,
Li Osmaniyeyê wesayiteke faşîstekî MHP'ê hatin şewitandin.
19'ê Gulanê li navçeya Îznîk a Bûrsayê febrîqeya zeytê û kargeha AKP'iyê bi navê Ayhan Sargin,
Li Tûzla ya Stenoblê fîrmaya lojîstîkê ya Dab a AKP'iyan,
Li navçeya Honaz a Denîzliyê febrîqeya ta ya AKP'iyan,
Li Osmangazî ya Bûrsayê Tesîsa Veguherandinê ya dijminên Kurdan,
Li Karabukê jî wesayiteke bi plaqeya 38 BE 205 a Fatîh A. yê AKP'î hatin şewitandin."