Dr. Brauns: Elmanyayê bi bûyerên ku Peker qalê kir zanî bû

Dîroknas û rojnamevan-nivîskar Nick Brauns got, di serî de Elmanya, welatên rojavayî bi têkiliya mafya-çete û cîhadîstan a dewleta Tirk zanî bûn û destnîşan kir ku li dijî dewleta çetebûyî, divê muxalefeta li Tirkiyeyê bikeve nava hewldanan.

Dîroknas û rojnamevan-nivîskar Dr. Nick Brauns yek ji wan kesayetan e ku bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê diqewimin, li Elmanyayê ji nêz ve dişopîne. Dr. Brauns ku heta niha li ser têkiliyên dewleta Elman bi Tirkiye û Kurdistanê re gelek pirtûk, gotar û lêkolîn nivîsî ye, bal kişand ser mikurhatinên Sedat Peker. Dr. Brauns bazirganiya narkotîkê ya bi destê rêveberên dewleta Tirk hate kirin, sûcê şer ê bi şandina çekan ji çeteyên li Sûriyeyê re, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya ji ber bazirganiya petrolê ya bi DAÎŞ'ê re hate kirin û bêdengiya hikumeta Elman û hikumetên rojavayî têkildarî van kiryarên dewleta Tirk ji ANF'ê re nirxand.

Dr. Brauns anî ziman, mikurhatinên Sedat Peker û bûyerên ku qalê dikir ji aliyê kesên ku Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin tê zanîn û got, "Bûyerên ku qala wan hate kirin salên dawî ji aliyê medya Kurd, HDP, siyasetmedarên li eniya muxalefetê û rojnamevanên mîna Can Dundar ve timî hatin vegotin. Tişta nû ji bo me ew e ku bazirganiya narkotîkê, şandina çekan ji bo cîhadîstên li Sûriyeyê û gefxwarina li muxalîfan ji aliyê endamekî dewleta kûr a Tirk bi xwe ve hatiye ser ziman û hatiye piştrastkirin."

Dr. Brauns destnîşan kir ku di mijara bazirganiya narkotîkê ya navneteweyî, şandina çekan ji bo Sûriyeyê û bazirganiya petrolê ya bi DAÎŞ'ê re detayên nû vegotina têkiliyan e. Dr. Brauns ku têkiliyên dewleta Tirk ên bi cîhana rojava re ji nêz ve dişopîne, ji bo pirsa "Gelo haya welatên rojavayî û hêzên navneteweyî ji van sûcên rejîma Erdogan hebû?" bersiveke zelal da: "Bêguman pê zanî bûn. Mînak; têkildarî bazirganiya petrolê ya bi DAÎŞ'ê re hate kirin, rêveberiya Rûs wê demê dosyayeke berfireh amade kir û danî ber Erdogan."

EGER CIDÎ NEHATIBÛYA DÎTIN WÊ DUNDAR NEHATIBÛYA QEBÛLKIRIN

Dr. Brauns diyar kir ku mikurhatinên Peker li Ewropayê di medyayê de hatin weşandin û got, "Ev sûcên ku beriya niha di medya Kurd û sosyalîst de hatin weşandin, niha di navgînên mezin ên medyayê de hatin weşandin. Ev rewşeke nû û girîng e."

Li ser nêzîkatiya Elmanya û tevahiya welatên rojavayî têkildarî mikurhatinên Peker, Dr. Brauns ev nirxandin kir: "Berevajî medyayê, li alilyê siyaseta welatên rojavayî nerazîbûnek nîne. Bûyerên ku Peker qalê kir, demeke dirêj e ji aliyê hikumeta Elman û hikumetên Ewropî ve dihatin zanîn. Ji ber ku bûyerên ku rojnamevanên muxalîf ên li Tirkiyeyê ragihandin ji aliyê Elmanyayê ve cidî dihate dîtin, lewma kesekî weke Can Dundar ku çekên ji Sûriyeyê re hatin şandin lêkolîn dikir, tevî ku Tirkiyeyê ew weke 'terorîst' pênase kir li Elmanyayê hate qebûlkirin û parastin. Lewma dixwazim careke din destnîşan bikim; Demeke dirêj bû ku haya hikumeta Elman ji têkiliya mafya-çete û cîhadîstan a dewleta Tirk hebû."

Dr. Brauns destnîşan kir, dem hatiye ku hikumeta Elman ji tabloya li Tirkiyeyê gelekî aciz bibe û got, "Peker mikur hat ku muxalefet çawa bi destê mafya-çete tê bêdengkirin. Lewma ev mikurhatin ne tiştekî welê ye ku ji nedîtî ve bê."

DESTPÊKÊ DIVÊ MUXALEFET BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Dr. Brauns diyar kir ku li dijî dewleta çetebûyî, li şûna bendewariya ji qada navneteweyî divê muxalefeta li Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê û got, "Bi qasî ku ez dişopînim, HDP û partiyên din ên sosyalîst hewl didin dest bi kampanyayekê bikin. Lê belê CHP heta niha xwe nalivîne, Îyî Partî ditirse ji ber ku seroka wê ya giştî Akşener ku wê demê wezîra karên hundir bû, di nava wê tevna têkiliyê de bû ku Peker qalê kir."

Dîroknas-rojnamevanê Elman Dr. Brauns ragihand ku heta muxalefeta li Tirkiyeyê li dijî rejîma çetebûyî nekeve nava hewldanan wê Elmanya bêdeng bimîne û wiha dewam kir, "Ji xwe ji bo Elmanya bikeve nava hewldanan divê hincetek li holê hebe. Ev hincet jî bi dîtina min bi kampanya û hewldanên muxalefeta li Tirkiyeyê dikare bê afirandin. Heman rewş ji bo welatên din ên rojavayî jî derbas dibe."