Li ser pêlikên Dibistana Navîn a Ramazan Okûr a li Bûrsayê nivîsên "Ya bi Tirkî biaxive yan jî neaxive", "Zimanê me nasnameya me ye", "Em ji zimanê xwe fedî nekin", "Kêmasiya Tirkî nîne, gelo ya we?", "Tirkî mîna şîrê dayikê divê li ser zimanê me paqij be" hatin nivîsandin.
Ji ber van nivîsên nijadperestî Serokatiya Baroyên Wan, Amed û Şirnexê bi gotina "Dijminatiyê li nava gel sor dike" gilî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û Baroya Amedê giliyê midûrê dibistanê Mehmet Tapçi û rêveberên din ên dibistanê kirin.
Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê giliyê baroyan nirxand û piştî meh û nîvekê biryar da. Dozgeriyê got, "nivîsên ku li ser pêlikên dibistanê hatine nivîsandin û giliyê wan hatiye kirin, ji aliyê naverokê ve sûc nînin û pêwîstî pê nîne ku bê şopandin" û biryar da ku nede pey mijarê.