Dozgerê Komarê yê Uzunkopruya Edîrneyê Can Karakiliç bi sûcdarkirina bertîl girtinê ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Edîrneyê.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, karsazek yê Uzunkopruyê îdîakir ku, Dozgerê Komarê Can Karakiliç ji wî 15 hezar TL bertîl xwestiye û serî li Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê daye. Bi fermana Serdozger Yîgîtbîlek yekîneyek taybet ya Miduriyeta Şaxa Tekoşîna li Dijî Sucên Organîze û Kasipkarî ya Miduriyeta Edîrneyê jib o operasyonê hate avakirin. Operasyonekî di nava veşartiyek mezin de hate rêvebirin, duh şev dema Dozger Karakiliç bertîl ji karsaz distandin li ser sûc hate girtin.
Sala borî Dozger Karakiliç, 2 karsazên Sakaryayê û polîsek di meha Gulanê de di cîbekê de qeza kiribûn, di qezayê de karsaz Serdar Çolak û polîsek miribûn, Dozger Karakiliç jî birîndar rizgar bibû. Pereyên di encama qezayê de belavî derdor bûyîn ketibûn kamerayên rojnamevana.