Dozgerê Komarê dema ruşwet distan li ser sûc hate girtin

Dozgerê Komarê dema ruşwet distan li ser sûc hate girtin

Li Edîrneyê Dozgerê Komarê C.K ji gumanbarekî lêpirsîna wî berdewam dikir ruşwet standiye hate binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, operasyona ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê Ugur Yîgîtbîlek ve dihat birêve birin, Dozgerê Komarê C.K yê li navçeya Uzunkopruyê erkdar bû, bi îdîaya ku dema di restorantek ya li ser Rêya Lozanê xwarin dixwar bi îdîaya ku“ruşwet ji gumanbarekî” yê di dosyaya lêpirsînê de standiye hate binçavkirin.