Dozger xwest 15 sal cezayê girtîgehê li parêzer Newroz Uysal were birîn
Di doza Newroz Uysal de ya ku ew jî yek ji parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, dozger xwest 15 sal cezayê girtîgehê lê were birîn.
Di doza Newroz Uysal de ya ku ew jî yek ji parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, dozger xwest 15 sal cezayê girtîgehê lê were birîn.
Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de derheqê parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newroz Uysal de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Uysal tev li rûniştinê nebû lê parêzerên wê Gulan Çagin Kalelî û Mehdî Ozdemîr amade bûn.
Dozgeriyê mutalaaya xwe dubare kir û diyar kir ku Uysal tev li çalakiyên KCD’ê bûye. Dozger, bal kişand ser biryara erêkirina cezayê Aysel Tûglûk a Dadgeha Bilind û got ku di dema pêvajoya qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de parêzeran komên tespîtkirina mafan û Whatsappê ava kirine. Dozgeriyê îdia kir ku Uysal bi rêk û pêk tev li çalakiyên KCD’ê bûye û xwest ku bi sedema “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê were birîn. Her wiha dozgeriyê xwest ku biryara tevdîra kontrola edlî ya li ser Uysal jî bidome.
Parêzeran jî ji bo bikarin li dijî mutalaayê parastina xwe bikin, dem xwestin. Parêzeran xwestin ku tevdîra kontrola edlî ya miwekîla wan bê rakirin.
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo dem qebûl kir, daxwaza rakirina tevdîra kontrola edlî red kir û rûniştin taloqî 15’ê Adarê kir.