Dozger ji bo îfadeyê bang kir, lê ew bi xwe ne xuya ye
Dozgerê ku ji bo îfadeyê bang li rojnamevanên destek dan Ozgur Gundemê kir, ne li meqama xwe ye.
Dozgerê ku ji bo îfadeyê bang li rojnamevanên destek dan Ozgur Gundemê kir, ne li meqama xwe ye.
Rojnamevan Yildirim Turker, Nadîre Nater, Farûk Balikçi, Tûgrûl Eryilmaz û derhêner Veysî Altay ên ji ber desteka xwe ya ji bo rojnameya Ozgur Gundemê bi îdîaya "propaganda rêxistinê" ketin ber lêpirsînê, li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê ne.
Her pênc kes tevî parêzeran çûn cem dozgeriyê. Piştî demekê parêzer Merîç Eyupoglû daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir, dozger ne li odeya xwe bû, alîkarê dozger jî ji wan re gotiye "Ji niha û pê ve wê li emniyetê îfade bê girtin." Eyupoglû got, "Em fêm nakin bê çima dozger serê sibehê ji bo îfadeyê bang kir, lê niha biryareke bi vî rengî daye."
Rojnamevan û parêzer hê li edliyeyê ne.