Doza TTB’ê taloqê 8’ê Sibatê bû
Dozger beşdarî rûniştina yekemîn a doza ji bo bidûrxistina ji erkê ya endamên Konseya Navendî ya TTB'ê hatibû vekirin, nebû. Rûniştin taloqî 8'ê Sibatê hat kirin.
Dozger beşdarî rûniştina yekemîn a doza ji bo bidûrxistina ji erkê ya endamên Konseya Navendî ya TTB'ê hatibû vekirin, nebû. Rûniştin taloqî 8'ê Sibatê hat kirin.
Rûniştina pêşîn a doza ji bo bidûrxistina ji erkê ya endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) hat vekirin, li Avahiyeke Xizmetê ya Edliyeya Enqereyê ya Dişkapiyê hat dîtin. Nehat hiştin ku parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnamevan tev li rûniştinê bibin. Dozger tev li rûniştinê nebû. Parêzer Verda Aksoy a ji Buroya Hiqûqê ya TTB’ê ku ji bo agahdarkirina têkildarê rûniştinê daxuyanî da, got: “Dozgerê dozname amade kir, divê bihata. Me dît ku şopandina dozê nake. Eger ew nede pey vê dozê em jî nadin pey. Lê daxwaza me hat redkirin. Di vê merheleyê de me kêmasiyên di warê rê û rêbazê de gotin. Di dozên hiqûqê de serê pêşîn vekolîna şertên dozan tê kirin. Me got ku dozname bi awayekê rast nehatiye amadekirin, Konseya Navendî ya TTB’ê wek aliyekî tê nîşandan lê ya rast ew e li ser navê endamên konseyê doz bê vekirin. Daxwaza me ya ji vê boneyê, hat redkirin.“
‘EM LI DIJÎ TARIYÊ TÊDIKOŞIN’
Aksoy di domdarî got ku baweriya wan pê nemaye ku bêyî girtina aliyekî li dozê bê nihêrtin, wan dadger û dadgeh red kirine û da zanîn ku ji bo dayîna biryarê doz taloqê 8’ê Sibatê bûye.
Serokê 2’yemîn ê Konseya Navendî ya TTB’ê Doç. Dr. Alî Îhsan Okten anî ziman ku têkoşîna TTB’ê li dijî tariyê ye û wiha got: “Dibe ku niha bi hêz bin lê zû ya jî bi derengî wê rastî derbikeve holê.“