15'emîn rûniştina doza derheqê kuştina Şerzan Kurtê ku li Muglayê piştî êrîşa nijadperestan ya li hemberî xwendevanên Kurd bi guleya polîsan hat kuştin destpê kir.
15'emîn rûniştina doza derheqê kuştina Şerzan Kurtê ku 11'yê Gulana 2009'an li Muglayê piştî êrîşa nijadperestan ya li hemberî xwendevanên Kurd bi guleya polîsan hat birîndarkirin û 17'yê Gulana 2009'an jiyana xwe jidest da li 1'emîn dadgeha cezaya giran ya Eskîşehîrê destpê kir. Polîsê bersûc Gultekîn Şahîn û parêzerên wî, dîsa bavê Şerzan Kurt Omer Kurt, dayîka wî Necla Kurt, nûnerên Egîtîm Senê û parêzerên Kurt tevlî rûniştinê bûn.