Doza Şerzan Kûrt ji bo 24'ê Kanûnê hat taloqkirin
Doza Şerzan Kûrt ji bo 24'ê Kanûnê hat taloqkirin
Doza Şerzan Kûrt ji bo 24'ê Kanûnê hat taloqkirin
Rûniştina duyemîn a doza li ser qetilkirin Şerzan Kûrt ji aliyê polîsekî ve, li Eskîşehîrê hat dîtin. Daxwaza ji bo girtina polîsê bersûc hat redkirin û rûniştin ji bo 24'ê Kanûnê hat paşvexistin.
Rûniştina duyemîn a doza qetilkirina xwendekarê zanîngehê Şerzan Kûrt (21), ku li Mûglayê bi guleya polîsekî ve hat qetilkirin, îro li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê ve hat dîtin. Di rûniştina dozê de bavê Şerzan Kûrt Omer Kûrt, Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, hevalên Şerzan ên zanîngehê, xwendekarên ji Kurdistan û Tirkiyeyê û nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl amade bûn. Li ber edliyeyê, ji danê sibê û pê ve tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin girtin. Polîsê bersûc Gultekîn Şahîn û bavê Şerzan Kûrt Omer Kûrt li salona rûniştina dozê cihê xwe girtin. Bi sedan kesên beriya rûniştinê ji ber Lîseya Ataturk a Eskîşehîrê bi dirûşmên "Ey şehîd rêya te rêya me ye" ber bi Edliyeya Eskîşehîrê ve meşiyan, derbasî beşa li edliyeyê ji wan re hatibû veqetandin bûn.
Di rûniştinê de parêzerên malbatê dan xuyakirin ku polîsê bersûc Gultekîn Şahîn ji ber rê li ber mirina Kûrt vekiriye, divê bê girtin. Lê belê heyeta dadgehê ev daxwaza parêzeran red kir û rûniştin ji bo 24'ê Kanûnê paşve xist.
Li aliyê din daxwaza parêzerên Baroya Amedê ya ji bo di nava dozê de cih bigirin, nehat qebûlkirin.
'EGER EDALET BICIH NEYÊ, POLÎS WÊ HER TIM MIROVAN BIKUJIN'
Li dû rûniştina dozê bavê Şerzan Kûrt Omer Kûrt daxuyaniyek kin da. Bav Kûrt da xuyakirin ku di çalakiyê de kontrol bi temamî di destê polîsan de bû, lê tevî vê jî polîs çeka xwe kişandiye û Şerzan qetil kiriye. Kûrt destnîşan kir ku divê edalet bicih were û got, "Eger edalet bicih neyê, polîsê kurê min kuşt û hêzên li pişt polîs, wê her tim mirovan bikujin."