Doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê dest pê kir

Doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê dest pê kir

Rûniştîna "Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê" ya 205 siyasetmedarên kurd a jê 124 jê girtîne li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li Sîlîvriyê dest pê kir.

2'yemîn rûniştina "Doza serek ya KCK'ê" ya Stenbolê ya 205 siyasetmedarên kurd ên 124 jê girtî li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li Sîlîvriyê dest pê kir. Li Stenbolê di 5 û 28'ê cotmeya 2011'an de li hemberî avahiyên BDP'ê ya bajar û yên navçeyan, akademiya siyasetê û saziyên kurd ên din operasyonek bi navê "KCK'ê" hatibû lidarxistin û di encama operasyonê de 205 siyasetmedarên kurd hatibûn binçavkirin û ji wan 124 siyasetmedar hatibûn girtin. Li derdora salona dadgehê tedbîrên gelek berfireh hatin girtin. Di çarçoveya dozê de Endamê Meclîsa BDP'ê Hasan Ozguneş, Endamê MYK'ê Mustafa Avci, Prof.Dr. Buşra Ersanli, Nivîskar Ragîp Zarakolu, Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Kazim Şeker, Ayşe Berktay, endamên meclîsa BDP'ê, rêveber û endamên BDP'ê û gelek saziyan tên darizandin. Berî rûniştinê leşkeran xwest ku çanteyên parêzeran lêgerîn bikin û li ser vê yekê di navbera leşker û parêzeran de rageşî derket. Rojnameger û beşdarvan jî di bin tedbîrên awarte de ketin salonê. Parêzera BDP'ê Sebahat Tuncel jî dozê dişopîne. Di nav kesên tên darizandin de 16 kesên dest bi gireva birçîbûnê kirin jî hene. Erdal Avci rewşa hucreyan ji Sebahat Tuncel re vegot û anî ziman ku çay, lîmon û tiştên îdare dide nagirtin û tenê ava kaniyê vedixwin.

Piştî saetekê şunda Serokê Dadgehê Alî Alçik û dozger Huseyîn Kaplan û heyeta dadgehê hate salonê. 19 kesên bêyî girtî tên darizandin û hemû kesên girtî û parêzer tevlî rûniştinê bûn. Rûniştin bi kontrola nasnameyan dest pê kir. Bi tirkî, kurdî û erebî agahiyên nasnameyan hatin dayîn. Heyeta Dadgehê diyar kir ku ew dê daxwaza tahliyeyan bi nivîskî bigirin. Li ser vê yekê parêzeran îtîraz kir. Parêzer Ercan Kanar, diyar kir ku daxwaza nivîsî di Dadgehên Engîzîsyonê de dibe û ev yek astengkirin e. Parêzer Sînan Zîncîr jî diyar kir ku wan di rûniştina borî de gotin bo "Ev doz doza qirkirina siyasî ye" Zîncîr, anî ziman ku di kongreya AKP'ê ya duh gotinên dê astengiyên li pêşiya parastina zimanê zikmakî bê rakirin û wiha got: "Heke ew xapînok nebin asteng hatin rakirin. Em tercumanên belgeyên wan ên kurdî hene anîn. Em dixwazin ew li cem parêzeran rûnin."

Heyeta Dadgehê mutaleya dozger xwest. Dozger jî diyar kir ku wan biryara xwe berê dabû ji bo kesên tirkî nezanin dibe ku tercuman bê peywirdarkirin lê yên tirkî dixwazin re tercuman nayên peywirdarkirin.

Heyate dadgehê ji bo daxwazan binirxîne navber da rûniştinê.