Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê ku 205 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin, dê sibê li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk bê. Rûniştina doza ku di nav de Prof. Dr. Buşra Ersanli, akademîsyen Ayşe Berktay, weşanvan Ragip Zarakolu, edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Kazim Şeker, serokê BDP'a Stenbolê yê berê Mustafa Avcı, Prz. Gonul Erdem pêk bê lê di vê danişînê de wekî her car dê daxwaza parastina bi kurdî bê kirin û ev tişt jî tê wateya derketina krizê.
Di navbera 5 û 28'ê cotmehê sala 2011'an de li Stenbolê bi navê "KCK" operasyon pêk hat û siyasetmedar, akademîsyen û rojnameger hatin girtin. Wekî doza sereke tê zanîn dê sibê li 15'ê mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk bê.
Danişîna yekem de ji ber legerînê di nav bera parêzer û polîsan de gengeşî rû da û girtî jî bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bertek nîşan dan. Hemû daxwazên parêzeran ji hêla heyeta dadgehê ve hate red kirin. Di danişînên borî de parastina bi kurdî hat redkirin û girtî bi çepikan vê nêzîkatiyê şermezar kirin, her wiha parêzer jî li hemberî vê biryarê salona dadgehê terk kirin. Her wiha ji bo danişînê BDP'a Stenbolê li kampusa girtîgehê kon vede û dest bi nobedariyê bike.