Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin
Rûniştina bê ya Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin.
Rûniştina bê ya Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin.
Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 24’emîn a Doza Kobanê li Eywana Rûniştinan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Doz, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin.
Di periyoda 3’yemîn a dozê de daxwazên siyasetmedar û parêzeran hatin redkirin û hêj parastina siyasetmedaran nehatibû girtin ku mutalaa hat xwendin. Girtiyên siyasî, parêzerên wan û beşdaran jî bi çepikan ev biryar protesto kirin û ji eywanê derketin.
Heyeta dadgehê piştî navberê, biryara xwe li hêwana vala xwend. Heyetê ji bo beyanên derbarê esasê de bên wergirtin rûniştin taloqî 3'yê Tîrmehê kir.