193 siyasetmedarên Kurd ên ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de di serî de li Amedê û Stenbolê û gelek bajarên din ên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin girtin, cara yekemîn îro li Stenbolê derketin pêşberê dadgehê. Di dema xwendina navan de bersucan bi Kurdî bersiv dan û gotin; “Ez li vir im.”
Yekemîn rûniştina Doza Sereke ya KCK’ê ya Stenbolê li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir.
Di rûniştina dozê de 140 jê girtî, bi giştî 15 bersuc tevî parêzerên xwe beşdarî rûniştina dozê bûn. Gava girtî hatin salona rûniştina dozê dirûşimên “Berxndan Jiyan e” û “Heta dawiyê serhildan” qêriyan.
Bi sedan kesên ji bo şopandina dozê hatin astengkirin. Ji parêzeran Nurettîn Koyluoglû mafê axaftinê girt û diyar kir ku li otobanê rê hatiye qûtkirin û mirov nikarin xwe bigihîne rûniştina dozê. Koyluoglû xwest çareyek ji vê re bê dîtin, lê serokê dadgehê got; “Tiştek ji destê min nayê.”
Piştî rûniştin dest pê kir, nasname hatin tesbîrkirin û ji girtiyan Kurbettîn Yagizbaşi bi Kurdî bersiv da û got; “Ez li vir im”.
Serokê dadgehê di girtehên dozê de nivîsand ku “Bersuc ji bilî Tirkî bi zimaneke din axiviye”. Ji ber vê jî parêzeran gotin; “Miwekîlên me bi zimanê xwe yê zikmakî bersiv didin. Zimanê pê diaxivin Kurdî ye.”
Piştre ji girtiyan Mumtaz Aydemîr jî bi Kurdî bersiva pirsên dadgehê da û serokê dadgehê dest ji tesbîtkirina nasnameyan bera.
Ji parêzeran Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar mafê axaftinê girt û got; "Ev bersuc ji ber ku beşdarî siyaseta der barê Kurdan de bûne, hatine girtin. Ger ku hûn ji zimanê 20 milyon Kurdan re bêjin “zimanê nayê zanîn”, wê demê hûn nikarin bidarizînin. Hûn wê demê ne bê alî ne. Divê hûn di vî warî de biryarekê bidin.”
Ji parêzeran Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku kesên di rûniştên de mafê axaftinê digirin, divê çawa bikarin xwe îfade bikin, wisa biaxivin û got; "Ev ne dozek suc a ji rêzê ye, ev mirov ji ber kirinê xwe têne darizandin. Di vê îdîanameyê de hemû xebatên BDP hene. Di rastiyê de BDP tê darizandin. "
Rûniştin berdewam dike.