Doza KCK’ê ya Stenbolê destpê dike

Doza KCK’ê ya Stenbolê destpê dike

Doza KCK’ê ya Stenbolê ku di nav de Prof. Dr. Buşra Ersanli û nivîskar Ragip Zarakolu jî heyî bigiştî 193 kes tên darezandin îro destpê dike.

Doza KCK’ê ya Stenbolê ku 132 kes girtîne û 193 kes tên darezandin li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran li salona rûniştinê ya nêzî Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê dê bê dîtin.

Beriya rûniştinê cendirmeyan li derdora girtîgehê ewlekariyên berfireh girtin. Rêya TEM ya Otoyan ya ku dikeve girtîgehê ji trafîkê re hate girtin, tenê dihêlin xizmên girtiyan, parêzer û rêveberên partiyên siyasî yên dixwazin dozê bişopînin bikevin hundir. Wesayîtên ku ketin girtîgehê jî quncik quncik hatin lêgerîn û piştre girtin hundir.