Rûniştina doza siyasetmedarên Kurd ya 124 jê girtî ya 205 kesên li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê ku li Sîlîvriyê pêk tê îro bi dawî bû. Rûniştina dozê taloqî sibê hat kirin.
Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê ya di nav de Endamê MYK'ê yê BDP'ê Mustafa Avci, Edamê Meclîsa BDP'ê Hasan Ozguneş, Ayşe Berktay, Prof. Dr. Buşra Ersanli, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, Serokê Enstîtuya Kurd ê Stenbolê yê berê Samî Tan û gelek rêveberên saziyan jî di nav de 124 jê girtî 205 kesan pêk hat.
Rûniştina li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê li Sîlîvriyê tên dîtin, tedbîrên gelek awerte hatin girtin. Di rûniştinê de 122 girtî, 12 kesên bêgirtî, parêzer û beşdar amadebûn. Parêzeran parastin kir û xwest dozger derbarê rêveberên girtîgehê yên li dijî 16 girtiyên ketine gireva birçîbûnê lêpirsînê veke. Piştî daxwaza 15 parêzeran rûniştina dozê taloqî sibê kir.