59’emîn Doza KCK’ê ya Amedê ku 175 Siyasetmedarên Kurd tên darizandin û her wiha 2’emîn Runiştina Doza KCK’ê ya Stenbolê ku ew jî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin dest pê kir.
59’emîn Doza KCK’ê ya Amedê ku jê 110 girtî 175 kes tên darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê dest pê kir. Doz bi îqameya delîlan a endama Meclisa Jinan a KCD’ê Fadîle Bayram dest pê kir û di danişînê de Hatîp Dîcle, Selma Irmak û Kemal Aktaş amade bûn.
Li Stenbolê jî Doza Sereke ya KCK’ê ku 124 jê girtî 205 kes tên darizandin dest pê kir.
Duyemîn runiştina Doza KCK’ê ku li 15’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sîlîvîrî ya Stnbolê pêk tê û di roja çaremîn de ewlehiyên asayî hatin girtin. Aslan Îşçîoglu ku ji şopandina dozê hate menkirin û di çarçoveya dozê de girtî tê darizandin, girtiyên din tevli danişînê nebûn. Ji bilî wî 120 siyasetmedarên kurd girtî û 9 jî yên bê girtî tên darizandin, parêzer û temaşevan amade bûn. Her wiha Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û Parlamentera Stenbolê Sehabat Tuncel jî hatin danişînê.
Danişîn bi xwendina îdianameyê ku ji 2 hezar û 400 rupelî pêk tê, ji rupela 508’emîn de ji aliyê spîkerên TRT’ê ve tên xwendin. Danişina bi xwendina didome çav li rêye ku dê roja duşem û sêşemê daxwaz bên girtin.