Doza Denîz Poyraz: Rûniştin hate taloqkirin û veguhestin Alîaga

Rûniştina Doza Denîz Poyraz ji bo sibe hate taloqkirin û veguhestin Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê.

Der heqê kujer Onur Gencer de ku êrişî avahiya Partiya Demomratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû de doz hatibû vekirin. 5’emîn danişîna dozê îro li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hat dîtin. Di danişînê de hem kujer Onur Gencer û hem jî malbata Denîz Poyraz amade bû. Her wiha Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Serpîl Kemalbay, Oya Ersoy, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, gelek serokên baroyan û welatî jî danişînê dişopînin.

Di danişînê de 20 deqe navber hatibû dayîn û piştî navberê jî şandeya dadgehê dîsa hat eywanê. Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çinar Altan bertek nîşanî şandeya dadgehê da û li ser vê yekê ji eywanê hat derxistin.

Piştre jî dozger mafê axaftinê girt û xwest ku danişîn bê taloqkirin, şahid rojeke din bên guhdarîkirin û rewşa girtî ya kujer Onur Gencer jî bidome.

Serokê Baroya Îzmîrê li ser wekîlên beşdaran axivî û wiha got: “Ji bo ku darizandin dirêj nebe, em dixwazin ku şahid bên guhdarîkirin. Tevdîrên ewlekariyê yên hewce hatine girtin. Her wiha di girtekê de diyar kir ku di navbera parêzer û cendirmeyan de rageşî derketiye. Lê cendirmeyan li beşdaran xist û rageşî wisa dest pê kir. Em dixwazin ku nasnameya vî kesî were tespîtkirin û ji dozgeriyê re bê şandin.”

Kujer Onur Gencer jî got: “Ez dixwazin dosyaya doza girtina HDP’ê li dosyaya min bê zêdekirin. Ji ber ku bûyer ev e.”

Şandeya dadgehê jî biryara xwe aşkera kir û got ku ji ber rageşiya di dema danişînê de derketî, êdî doz dê li Eywana Girtîgeha Şakran a Alîagayê bê dîtin û danişîn taloqî sibe saet 10.00’an kir.