Doza Denîz Poyraz: Destûr nayê dayîn ku parêzer têkevin rûniştinê

Li Îzmîrê di doza Denîz Poyraz de ya ku kujer Onûr Gencer tê darizandin destûr nayê dayîn ku parêzer û rojnamevan têkevin rûniştinê.

Beriya rûniştina 6’emîn a doza Denîz Poyraz ku li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê bi destê faşîstê bi navê Onûr Gener hatibû qetilkirin, li pêşiya Girtîgeha Şakranê ya Alî Agayê daxuyaniyek hate dayîn. Malbata Denîz Poyraz, parlementerên HDP’ê Mûrat Çepnî, Serpîl Kemalbay, Şevîn Coşkûn, Alî Kenanoglû û gelek kes tevlê bûn.

Di daxuyaniyê de parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî diyar kir ew ê vê têkoşînê bidomînin û got “Serokê dadgehê doz veguhest Şakranê û destûr neda ku parêzer jî li cihê xwe rûnin. Di heman demê de êrîşî malbata Denîz Poyraz hate kirin. Divê hemû hêzên demokrasiyê xwedî li vê dozê derkevin. Denîz Poyraz rûmeta me ye.”

PARÊZER HATIN ASTENGKIRIN

Piştî daxuyaniyê parêzer û girse çûn eywana rûniştinê. Bi biryara heyeta dadgehê destûr nayê dayîn ku parêzerên xwe ku xwedî belgeya rayeyê ne, têkevin eywana rûniştinê. Heyetê biryar da bi tenê kesên tevlî dosyeyê bûne û parêzerên wekaletnameya wan heye, dikarin tevlî rûniştinê bibin.