Doz li leşkerên îşkence li T.T. kirin nehat vekirin

Doz li leşkerên îşkence li T.T. kirin nehat vekirin

T.T. piştî bûyerên taciz û tecawizê yên di Girtîgeha Pozantiyê de qewimîn, vegot, hat girtin. Lê derbarê bûyera tu pîvanên mirovahiyê qebûl nakin, ya hate serê T.T. heta niha tu dozek nehatiye vekirin. Parêzerê T.T. Tûgay Bek, ragihand ku her çendî miwekîlê wî ji ber bûyer, êrîşa zayendî û îşkenceya lê hatiye kirin, gilî kiriye, lê belê heta niha tu dozek nehatiye vekirin.

Piştî ku TT bûyerên di Girtîgeha Pozantiyê de hatin serê wî û hevalên wî ji çapemeniyê re vegot, bi hinceta di sala 2011 de beşdarî xwepêşandanekê bûye, hate girtin.

TT beriya wê jî, di 12’ê sibata 2008 de bi hinceta “endamtiya rêxisitnê” û “propagandaya rêxistinê” kiriye tevî 2 hevalên xwe hatin girtin. Di dema girtîgehên Pozantî û Girtîgeha Kurkuçuler ên Edeneyê de ma, li rastî îşkenceya gardiyan û leşkeran hat. Hate zanîn heta niha der barê leşker û gardiyanên îşkence li TT kirine û Ozgur K. yê êrîşa zayendî pêk anîne de tu dzoek nehatiye vekirin.

Lê ligel vê jî dozên li hemberî T.T hatine vekirin bi lez û bez berdewam dikin. TT vê carê jî bi îdîaya “endamê rêxisitnê” û “propagandaya rêxistinê” hat girtin û ew şandin Girtîgeha Kurkuçuler a Tîpa F a Edeneyê. Ji TT re 26 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Ev 5 meh in TT girtî ye, lê dê biryar dawî ya doza TT 28’ê hezîranê (îro) bê dayîn.

Parêzerê T.T. Tûgay Bek, ragihand ku her çendî miwekîlê wî ji ber bûyer, êrîşa zayendî û îşkenceya lê hatiye kirin, gilî kiriye, lê belê heta niha tu dozek nehatiye vekirin.

T.T. îşkence û muameleya xirab a li wî hatibû kirin, wiha vegotibû: “Ez 16 salî bûm. Gava ketim Girtîgeha Kurukçuler a Edeneyê ez hatim tazîkirin. Leşkeran qîr dikirin û li me xistin. Digotin “terorîstên pîs, em ê nîşanî we bidin ka dijbertiya dewletê çi ye” û bi pihîn û sîleyan li me xistin. Bi zorê govend bi me dan gerandin. Her çendî zivistan bû û pir sar bû, ava şid bi ser me de rijandin. Piştî baş li me xistin, em radestê gardiyanan kirin û gardiyanan jî bi hesinan li me xistin. Me wê gavê qîr dikir; “Ji bo xwedê li me nexin”…”