Dosyeya komkujiya Pasûrê ji nû ve vedibe?

Dosyeya komkujiya Pasûrê ji nû ve vedibe?

Dosyaye terorê ya dewletê ku di sala 1991’ê de li navçeya Pasûr a Amedê 7 kurd hatibûn qetilkirin, ji nû ve pêk tê. Li Tirkiyeyê gelek dozên komkujiyan ji ber demboriyê serê wan tên girtin û berpirs nayên darizandin. Doza komkujiya Pasurê dê ji nû ve pêk bê û ev yek jî dê ji bo mexdurên komkujiyên din rewşeke baş teşkîl dike. Parêzer Nahît Eren ku bi salane ji bo berpirs bên darizandin pêşa dozê berneda ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Heta niha gelek caran hewl hatin dayîn ku doz bê girtin lê me destûr neda vê.”

BERSUC HEBÛN LÊ TIŞTEK NEDIHAT KIRIN

Parêzer Nahît Eren pêşvajo ji ANF’ê re wiha vegot: “Der barê komkujiya Pasûrê de du kesên xizmên xwe wenda kirinbûn serî li me dan. Me jî serî li Walitiyê da. Piştre jî me der barê bûyerê de belge xwestin. Dema me ji bo vê serî li dozgeriyê da, ji me re gotin dosyeyek wisa tune. Me ferq kir ku qeyda dosyayê heye lê nehatiye dîtin.”

Eren da zanîn ku piştre serî li Wezareta Dadê, serokatiya Karêcezayê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê dane û wiha pê de çû: “Dosya di navbera saziyan de çû û hat. Me û malbatan israr kir. me got ku gumanbar û bersucên vê komkujiyê hene û got çima kar û barên fermî nehatine kirin. der barê vê de me serlêdan kirin û dozger û wezaret ketin nava tevgerê û xwe gihandin belgeyan.”

Eren diyar kir ku di girtek û fezlekeyên di dema komkujiyê de hatine amade kirin de, talîmata gulebarandinê Albay Îsmet Yediyildiz ku di 1999’an de di qezaya trafîkê de miriye, daye û di belgeyan de jî tê fêmkirin ku bi fermana Yediyildiz gule li gel hatiye barandin. Eren da zanîn ku der barê wî de bi sedema ku peywira xwe nebaş bi kar aniye û mirov kuştine lêpirsîn hatiye destpêkirin lê tu kar û bar nehatiye kirin.”

ÎFADEYA 30 SERBAZÎ HATE GIRTIN, PIŞTRE DEMBORÎ RABÛ

Eren di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Wekî kevneşopiyekê dewletê hewl dida serê bûyerê bigire. Lê me bertek nîşanê vê da. Me gilî kir. me tespît kir ku roja bûyerê fermandarên tabûrên Farqîn û Erganiyê jî li wir peywir girtine. Lîseteya van kesan ji Fermandiya Giştî ya Cendermeyan, bi sifara gumanbar hate xwestin. Ji 2009’an şûnde kesên wê rojê li wir bûn hatin tespîtkirin. Di pêngava dawî de jî Dozgeriya Komaê ya Pasurê îfadeya nêzî 30 serbazan girt. Van kesan îdia kirin ku wê rojê li wir cih negirtine. Lê ji ber ku îfadeya wan hate girtin demborî ya 20 salan jî tije dibû û demborî ji holê hate rakirin.”

KESÊN WÊ ROJÊ HATIN GIRTIN DÊ ŞAHIDIYÊ BIKIN

Eren bi lêv kir ku niha jî dozger ji bo ku îfadeyên berpirsên komkujiyê temam bike û îdianameyê temam bike li bendê ne û wiha got: “Di heman demê de di dema merasîma cenazeya komkuijiyê de 54 kes hatibûn binçavkirin. Der barê van de bi hinceta ku progapandaya rêxistinê kirine û endamên rêxistinê ne doz hate vekirin. Lê hemûyan bereat kir. Ji ber vê jî kesên wê rojê bersuc bûn di heman demê de şahidin jî. Divê dozger serî li îfadeyên wan jî bide.”

Eren got ku bi malbatên 7 kesên hatin qetikirin jî re di dialogê de ne û wiha got: “Pêşiya dozê bernadin. Heta edelet pêk neyê israr dê bidome. Ji xwe dozgerî serî li îfadeya du kesên dosya ji nû ve aktîf kir jî da. Wan jî gotibû ku di komkujiyê de leşkeran gule barandiye.

KOMKUJIYA PASÛRÊ

Di sala 1991’ê de li navçeya Pasûr a Amedê dewletê gel hedef girtibû û 7 kurdên sivîl qetikiribû. Di 24’ê kanûnê de li navçeya Solhan a Çewlîkê di pevçûnekê de 3 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dabûn û girse ji bo merasÎma cenazê berhev bibûn. Di girseyê de Mehmet Nesîp Altin, Neytullah Tekîn, Hayrettîn Demîrtuyî, Felemez Bulut, Omer Ozturk, Alî Mîltaş û Şahîn Tekîn di êrîşa leşkeran de jiyana xwe ji dest dabûn.