Dosyayên doza Tûncel û Kişanak bi yên Komîteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê re kirin yek

Dosyayên doza siyasetmedarên Kurd Sebahat Tûncel û Gultan Kişanak ku ji aliyê dewleta Tirk ve di girtîgehan de dîl tên girtin ku li Meletiyê hat darizandin bi dosyayên endamên Komîteya Rêbever a Navendî ya HDP’ê ku li Enqerê hatin darizandin re kirin yek.

12. rûniştina derbarê doza Hevseroka Giştî ya dewra pêşî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûcnel û Hevşaredara Bajarê Amedê yê dewra berê Gultan Kişanak li Dadgeha Ceza Giran a 5. ya Meletiyê pêkhat.

Her du siyasetmedarên jin ji aliyê dadgeha Tirk ve bi “Endamê rêxistinê ye” û “Propagandaya rêxistinê dike” ve tên tawanbarkirin.

Kişanak ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a li Kandirayê girtiye û Sebahat Tûncel ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya Sîstema Dîjîtal a Deng û Reng (SEGBÎS) ve tevlî rûniştina li Meletiyê bûn.

Parêzerên girtiyan Cîhan Aydin, Mehmet Emîn Aktar û Mesût Beştaş jî li Edliyeya Amedê bi heman sîstemê tevlî rûniştinê bûn.

Li ser bersiva 22'emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Enqereyê, dadgehê biryar da ku dosya dozê ya darizandina 2 jinên girtî, bi dosya doza endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê re bike yek.