84 dosyayên destnedanê yên ku piraniya wan ên parlementerên BDP’ê ne, pêşkêşê Serokatiya Meclîsa Tirk hatin kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 84 dosyayê ji bo rakirina mafê destnedanê ji aliyê dadgehan ve hatine amadekirin, pêşkêşê Meclîsê hate kirin. Hêjayê gotinê ye ku piraniya van 84 dosyayan ên parlementerên BDP’ê, Eniyê û serbixwe ne.