Dokûmantera Sara li Stockholm û Solothûrnê hate nîşandan

Dokûmantera "Jiyana min her tim şer bû" ya li ser jiyana yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê hate nîşandan.

Dokûmantera "Jiyana min her tim şer bû-Sara" ya li ser jiyana yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê hate nîşandan.

STOCKHOLM

Dokûmantera Sara di destêkê de li Klarabîografen a li navenda bajarê Stockholmê di 24'ê Mijdarê de hate nîşandan. Beriya nîşandana fîlm, ji Yekîtiya Jinan SARA Zeynep Coşkûn li vir axivî û diyar kir, Sakîne Cansiz a ku li Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de ji aliyê dewleta Tirk ve tevî 2 şoreşgeran hat kuştin, bi sekin, têkoşîn û berxwedana xwe, sembola azadiyê ye. Coşkûn got, "Ji bo me jinan gelekî girîng e ku mîna Sara bifikirin, mîna Sara li ber xwe bidin û mîna Sara tevbigerin."

Piştî ku nîşandana fîlm qediya, jinan dirûşma "Jin Jiyan Azadî" qîriyan.

Dokûmantera Sara li bajarên Gavle, Goteborg û Vasterasê jî tê nîşandan. Dokûmanter wê cara duyemîn û sêyemîn di 15 û 19'ê Kanûnê de li Stockholmê were nîşandan.

SOLOTHÛRN

Dokûmantera "Jiyana min her tim şer bû" ya li ser jiyana yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê hate nîşandan.

Meclîsa Jinê Pinar li navenda Kurdan a li Solothûrnê 2 rojan dokûmanter nîşan da. Tevî hejmareke zêde ya Kurdistaniyan, koma Antîfa ya Swîsreyî jî li dokûmanterê temaşe kir û destek da.