Dogrûak li ser gora xwe hat bîranîn: Divê em bibin layiqê wan
Ekîn Ceren Dogrûak di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Enqereyê hat bîranîn. Di bîranînê de peyama “Divê em têkoşîna xwe mezin bikin û bibin layiqê wan.”
Ekîn Ceren Dogrûak di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Enqereyê hat bîranîn. Di bîranînê de peyama “Divê em têkoşîna xwe mezin bikin û bibin layiqê wan.”
Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) ku 31’ê Gulana 2005’an li Başûrê Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de şehîd bû, li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê hat bîranîn. Malbat, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê Vezîr Parlak û gelek kes tevlî bîranînê bûn.
‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNA WAN MEZIN BIKIN’
Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû di bîranînê de axivî û wiha got: “Divê em têkoşîna wan mezin bikin. Em ê li tevahî welêt têkoşîna azadiyê bigihînin serkeftinê.”
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Vezîr Parlak jî ev tişt bilêv kir: “Li vir nirxên hevpar û mîrateya gelên me dirazin. Hêvî dikim ku em ê vê mîrateya têkoşîna hevpar bi layiqê wan bidin jiyîn. Me Amaraya xwe winda kir, lê dema em li Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin bi hezaran Amara hene.”
Bav Nûsret Dogrûak jî spasiya kesên ku ew bi tenê nehiştin û hevalên wê yên têkoşînê kir.