DMME ji ber cezakirina Ferhat Tûnç, Tirkiye mehkûm kir
DMME, ji ber cezakirina Hunermend Ferhat Tûnç, bi hinceta ku li dijî xalên 10. û 6. ên PMME derketiye Tirkiye mehkûm kir.
DMME, ji ber cezakirina Hunermend Ferhat Tûnç, bi hinceta ku li dijî xalên 10. û 6. ên PMME derketiye Tirkiye mehkûm kir.
DMME, ji ber cezakirina Hunermend Ferhat Tûnç, bi hinceta ku li dijî xalên 10. û 6. ên PMME derketiye Tirkiye mehkûm kir.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), bi hinceta ku Hunermend Ferhat Tûnç ê ji ber axaftina xwe ya li konsekere 4'ê Tebaxa 2003'an de hat cezakirin, Tirkiye mehkûm kir.
Parêzer Ercan Demîr ji ANF'ê re axivî û der heqê bûyera bû mijara dozê de got, "Di sala 2003'an de ji aliyê Serokatiya DEHAP'ê ya Bajarê Aydin ve, bi wergirtina destûra Walîtiya Aydinê, konsera Ferhat Tûnç hat lidarxistin. Di dema vê konserê de polîs dîmenan dikşîne û rapora li gorî van dîmenan amade dike, pêşkêşî dozger dike. Dozgerî ti sûcî nabîne. Lê belê Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Aydinê îdîa kir ku "Destûra Walîtiyê bi tenê ji bo gotina stranane, axaftin li dijî destûrê ye" û bi hinceta ku li dijî fermanê derdikeve sê meh cezayê girtîgehê û cezayê pereyan li Tûnç dibire."
Parêzer Demîr ragihand ku wan di heman salê de li Dadgeha Ceza ya Aydinê îtiraz kirine, lê belê ceza hatiye misogerkirin û got, "Li ser vê yekê, bi hinceta ku cezayê hatiye binîr li dijî xalên 10. û 6. ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye, di 16'ê Cotmeha 2004'an de me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan."
BIRYARA DMME
Parêzer Demîr diyar kir ku Daîreya Duyemîn a DMME jî biyara xwe ya li ser dozê îro aşkera kir û destnîşan kir, ku Tirkiyeyê xalên 10. û 6. ê PMME binpê kiriye, ji ber vê yekê hikûmeta Tirk bi dayîna 4 hezar 250 Euro tazmînatê ji bo Ferhat Tûnç mehkûm kir.