DM kampanya alîkariya ji bo Kurdan betal kir
Yek ji firoşgehên sereke yên Elmanyayê DM, kampanya alîkariyê ya ji bo Kurdên tevlî qursên agahiyê û zimanê biyanî bibin dabû destpê kirin, ji ber gefên êrîşê yên nîjadperestên Tirk, betal kir.
Yek ji firoşgehên sereke yên Elmanyayê DM, kampanya alîkariyê ya ji bo Kurdên tevlî qursên agahiyê û zimanê biyanî bibin dabû destpê kirin, ji ber gefên êrîşê yên nîjadperestên Tirk, betal kir.
Yek ji firoşgehên sereke yên Elmanyayê DM, kampanya alîkariyê ya ji bo Kurdên tevlî qursên agahiyê û zimanê biyanî bibin dabû destpê kirin, ji ber gefên êrîşê yên nîjadperestên Tirk, betal kir. Rêze firoşgehên DM li ser mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku 'ji bo kêmkirina rewşa aloz' wan kampanya betal kirine.
Şaxê Troîsdorfê ya firoşgeha DM, ku yek ji rêze firoşgehên sereke yên kelûmelên paqijî û makyajê difiroşe, da xuyakirin, ku ew ê hatineyên saetekê yên firotinên xwe ji bo komeleyeke Kurd bi bexşîne. Lê belê nîjadperestên Tirk ên bi vê hesiyan, di medya sosyal de ketin nava tevgerê û banga boykotkirina firoşgehê û şîdetê kiribûn. Nîjadperestên ku dîtin di nava navê komeleya wê firoşgeh bexşê lê bike gotina 'Kurd' tê de heye, îdîa kirin ku alîkarî wê ji PKK'ê re biçe. Komeleya ku wê alîkarî jê re bihata dayîn jî, ya alîgirê PSK'ê ye ku bi dijberiya xwe ya li hemberî PKK'ê tê naskirin.
DM: JI BO KÊMKIRINA REWŞA ALOZ, ME KAMPANYA BETAL KIR
Ji ber gef, heqaret û bangên boykotê yên nîjadperestên Tirk, rêveberiya DM ji kampanya xwe ya alîkariya bi Êzidiyên li Şengalê re vegeriya. Rêveberê DM Erîch Harsch anî ziman ku Şaxeke wan a li Troîsdorfê wê hatineyên saeteke bi tenê bibexşanda, lê belê wan ev kampanya xwe betal kirine.
Harsch, bêyî nav bilêv bike bal kişand ser xebatên nîjadperestên Tirk û îdîa kir ku ew naxwazin bingehekê ji mezinkirina aloziyê re pêşkêş bikin. Harschî îdîa kir ku wan bi biryara xwe re xwestine 'tevkariyê li kêmkirina rewşa aloz' bikin.