DKP/Bîrlîk Ûlaş Bayraktaroglu û hevrêyên wî bi bîr anî

DKP/Bîrlîk, fermandarê şoreşger Ûlaş Bayraktaroglu (Mehmet Kûrnaz) ê li Rojava şehîd bû di salvegera 6’emîn de bi bîr anî.

DKP/Bîrlîk di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Em di 6’emîn salvegera şehadeta Hevrê Ûlaş Bayraktaroglu (Mehmet Kûrnaz) ê ku li Reqayê li eniya şer li dijî cîhadiya DAÎŞ’ê ber bi nemiriyê ve dimeşe de ne. Weke Komûnerên Şoreşger, îsal jî weke her sal, di navbera 9 û 16’ê Gulanê de, di şexsê hevrê Ûlaş Bayraktaroglu de hemû nemirên me; hevrê Suphî, Tamer, Rasîh, Cemre, Robîn, Dogan, Îdil, Zahîde, Comert, Cîhan, Hasan Alî, Ûlaş Adali, Bayram Alî, Nûrhak, Mehmet Alî û Ceren Guneş bi bîr tînin û weke heftiya nemiran di rûpelên xwe yên têkoşînê de bi nav dikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevrê Ûlaş Bayraktaroglu rêberekî şoreşger bû, ku ji destpêkê heta dawiya jiyana xwe gavek jî paşde neavêtiye û di dema ku dihate xwestin pêşengî dikir."

DKP/Bîrlîk got, “Em Komunên Şoreşger, şopandina rêya ku hemû nemirên me nîşan dane, li ser sînga me erkek e û nîşana rûmetê ye.”

Di dawiya daxuyaniya DKP/Bîrlîk de ev tişt hate gotin, “Ev rê, çi nêzîk dibe çi dûr dibe, wê rojekê bigihêje cihê xwe û em ê bi ser bikevin; ji vê rastiyê tu gumana me tune ye! Lê eger em rast xwedî li mîrateya wan derkevin, em ê bi ser bikevin. Em ê wan li ser sînga xwe weke nîşaneke hilgirin û her kêliyê navê wan weke dirûşmeyên şer li qadan bilind bikin, bi ser bikevin! Ew roja birûmet bêguman wê rojekê were! Dema ew roj hat em ê hemû nemirên xwe silav bikin û bi serbilindiyeke mezin bibêjin 'Em ê bi serketin.’"