Pêşnûme qanûna ku pêşî lê vediek; zarokên destavêtin li wan hatiye kirin bi tecawizkaran re bizewice, li ser nerazîbûna jinan hat vekiandin. Lê belê dema mirov li daxuyaniyên Qesrê û AKP'ê guhdarî dikin, tê dîtin ku desthilatdariyê hê dev ji vê pêşnûmeyê bernedaye.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê parêzer Fîlîz Kerestecîoglû mijar ji ANF'ê re nirxand.
Kerestecîoglû daxuyaniya Serokkomarê Tirk Erdogan ku xwest pêşnûme ji nû ve were nirxandin û gotinên bi heman rengî yên Wezîrê Edaletê bibîr xist û destnîşan kir, ku divê weke HDP'ê ew rêxistinên jin û zarokan li dijî vê pêşniyara hikûmetê li hev bicivînin.
Kerestecîoglû got, "AKP wê hewl bide vê pêşnûmeyê bixe rojevê. Ji ber vê yekê, rêxistinên jin û zarokan divê her gavê hişyar bin. Dixwazin pêşnûmeya xwe bi çend guhertinên biçûk careke din deynin ber me. Li dijî vê yekê divê em hişyar bin. Di vî warî de ez ji rêxistinên jin û zarokan piştrast im. Ji xwe yên ku pêşî li pêşnûmeyê girtin, ew bûn. Lê divê em beriya her tiştî deklarasyoneke bi rengê 'ya divê di destpêkê de were kirin ev e' biweşînin. Pêwîste kar û hewldanên me yên sereke, parastin û xurtkirina zarokan bin. Ne tenê parastin, xurtkirin jî divê. Ji ber ku dema zarok xurt bûn, hingî dikarin bêjin 'Na'. Kesayetiya wan jî heye û ew dikarin vê bikin. Lewma ji bo avakirina mekanîzmayên destekê, divê em têbikoşin."
Kerestecîoglû da zanîn, ku di dema muzakereyên li ser vekişandina pêşnûmeyê de wan dîtine, ku ev vekişandin qet hezm nekirine û wiha dewam kir: "Di beşa sedema pêşnûmeyê de wiha tê gotin 'Guhertinên ku bêyî girtina nêrîna rêxistinên jin û zarokan hatibin kirin, li dijî pîvanên hiqûqa gerdûnî ne û ev pêşniyar derbas nabin. Divê bi vî rengî neyê kirin'. Daxuyaniyeke bi vî rengî heye. Lê hin ji wan heye, ku bêyî vê hinceta bi xwe amade kirine bixwînin, anîne. Bekîr Bozdag dibêje, 'Me bi têrkerî nekarî vê vebêjin, hinekî din ev baş vegot'. Ev tê çi wateyê? Ew kesên 'hinekî din' kî ne? Ew hinekî din, ew mirovên ku dixwazin beşa herî mezin a civakê, zarokan û mafê zarokan biparêzin. Weke nav nizanim ku ew dixwazin kê biparêzin û naxwazim îdîayeke 'dixwazin bi taybetî vê bikin' bilêv bikim. Lê belê aliyekî vê mijarê jî heye. Ji ber ku berê ketibûn nava hewldanên bi vî rengî. Pîvanên hiqûqa gerdûnî, peymanên navneteweyî tine hesibandin û dixwazin feraseta xwe ya li gorî pîvanên olî meşrû dibînin, bikin qanûn."
Kerestecîoglû destnîşan kir, ku ew bi ti awayî feraseteke 'destavêtina li zarokank' rewa dike, naparêzin û ti carî destûrê nadin ku ev yek meşrû were nîşandan.