'Divê dadgeha Navneteweyî ya Dêrsîmê bê avakirin'

'Divê dadgeha Navneteweyî ya Dêrsîmê bê avakirin'

Encamnameya 5’emîn Konferansa 35-38 a Qirkirina Derêsmî ku li Parlamentorya Ewropayê ya Bruksela Belçîkayê pêk hat hate aşkerakirin. Di konferansê hate hate xewstin ku ‘Dadgeha Navneteweyî ya Dêrsîmê’ û hemû arşîvên qirkirina Dêrsîmê yên di destê welatên YE, Tikriyeyê, DYA û Federasyoan Rusyayê de bên vekirin.

Konferans di 7’ê hezîranê de pêk hatibû. Encamnameya wê ji aliyê Koma Çepgir a PE û Civata Ji nû ve avakirina Dêrsîmê ve hate aşkerakirin. Komên Parlamentoyê yên çepgir û keskan ji konferansê malovanî kir. gelek kesên naskirî tevli bibûn.

DIVÊ TIRKIYE BÊ RÛ HEV, LÊBORÎN TÊR NAKE

Li gorî encamnameyê,mijarên girîng hatine nîqaşkirin. Kesên tevli bibûn tespîtên girîng kiribû û wiha gotibûn;

“Em weheşeta k udi navbera 1935-38’ê de li Dêrsîmê qewimiye û di navbera 70- 90 hezarî kes mirye wekî jenosît dibînin û bi nav dikin.

Em wek kesên di konferansê de hatine cem hev , piştî ku 74 sal di jenosîda Dêrsîmê de derbsa bûye, lêborîna Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan girîng dibînin lê mixabin ev yek têr nake.

Ji ber vê yekê bila dewleta Komara Tirkiyeyê, têkeve nava nêzîkatiyeke bi rêz ya ku welatên Wîlly Brandt daye qezenc kirin û bila bi vê qirkirinê re bê rû hev û xesarên madî û manevî ji holê rabike. Hesr wiha em bang dikin ku bila polîtÎkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê demildest bi dawî bike. Hemû welatên k udi vê qirkirinê d eberpirsyarin divê bi vê re bên rû hev.

QIRKIRINEKE BI PLAN HATEKIRIN

Di encamnameyê de ev tespît jî hatin kirin; Komara Tirkiyeyê jenosîda herî berfireh li Dêrsîmê pêk aniye. Ji aliyê Mufetîşê Mulkiyê Hamîd Beg ve di 2’ê sibata 1926’an de raporek hate amadekirin. Di 25’ê kanûna 1935’an de hate derxistin. Di heman salê de 31’ê kanûnê de ‘qanûna Tunceliyê’ kete meriyetê. Di 4’ê Gulana 1937’an de ji aliyê lijneya wezîran ve ‘biryarên tenkîl ya dersîmê’ hate îmzekirin û belgeyên fermandariya giştî ku piştî slan şûn de hatin vekirin, girtekên axafitinên Meclîsa Tirkiyeyê, gelek belgeyên fermî yên din vê jenosîdê îspat dike.

Ev belgeyê jor nîşan didin ku ;Deweletê li Dêrsîmê jenosîteke bi bername û plankirî pêk aniye. 75 sal di serde derbas bûye. Lê hêj bi vê re nehatine rû hev. Daxwaza me ev kesên ku tevli konferansê bûne ew e ku bila bi jenosîda Dêrsîmê re bên rû hev.”

Daxwazên ji konferansê derketin evi n;

1.Dewleta Komara Tirk divê wehşeta qirkirina Dersîmê ku di navbera 70 Û 90 hezarî de kes mirin li gorî ‘Konvasiyona Cezakikirin û Pêşîgirtina Qirkirinê’ ya NY’ê ‘Qirkirin’ bê naskirin,

2.Ji bo ku rûhevbûn li gorî normên cîhanê be; divê komîsyoneke saxlem ya edaletê û lêkolîna heqeîqetê ji aliyê derdorên serbixwe bê avakirin. Divê komîsyonek xwedî raye jî li Meclîsa Tirkiyeyê bê avakirin û divê hemû rojevên qirkirinê ji Dêrsîmê heta Roboskê bigire rojeva xwe.

3. Divê Dadgeha Navneteweyî ya Dêrsîmê bê avakirin.

4. Tirkiye, divê ji ber hiqûqa navneteweyî berpirsiyariya xwe bîne cih. Divê mafê Dêrsîmiyan lê bê vegerandin, ji bo tazmînê jî pêngavan biavêje.

5.Divê texrîbata jenosîdê ji holê bê rakirin. Ji bo bandora wêbê kêmkirin û ji bo nifşê nû bê hiştin divê xebatên rehabilîtasyonê bên destpêkirin, di pirtûkên jenosît yên dibistanê de bên xwendin, divê bakayên agahiyê, navendên dokumasyon û muze bên vekirin,

6. Seyîd Riza, kurê wî û yên din ku di 15’ê mijdara 1937’an de li Elezîzê hatin darvekirin divê cihên ku lê hatine definkirin bên nîşan da. Divê hestiyên wan bidin malbatên wan. Herwiha divê aqubeta zarokên kur-keç yên ji aliyê leşkean ve hatin girtin bên aşkerakirin. Divê li seranserê welat ji bo Dêrsimê bername bên pêkanîn,

7. Dewleta tirk, welatên YE, DYA û Federasyona Rusyayê divê hemû arşîvên di destê wan de vebike, divê berprisyariyan vebike, divê NY bikeve nava tevgerê, divê piştgiriyê bidin çareseriyê.

8.Divê çêkirina bendavên li Dêrsîmê demildest bên rawestandin. Divê di serî de navê Dêrsîmê û hemû navên din yçn hatin guhertin dîsa bên dayîn.

9-Divê cihên perestgehê (îbadet) yên QizilbaşÊn Elewî û Cemxane bi makeqanûnê bên parastin, dawî li dersên olî yên ferzkirî bê , li gundê Elewiyan çêkirina mizgeftan neyê kirin û dawî li polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê bê anîn,

10. Divê dawî li polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê bê, mafê perwerdrya zimanê dayikê bê nasandin, pir çandî, pir bawerî û pir nasnameyî li Tikriyeyê bikeve bin ewlehiya makeqanûnê.