DÎSK: Mûxatap pêşî siyasetmedarên kurdin

DÎSK: Mûxatap pêşî siyasetmedarên kurdin

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Erol Ekîcî û Lijneya Rêveberiya Sendîkaya Genel-Îş'ê li hemberî operasyonên di bin navê KCK'ê de pêk tên nerazîbûn nîşan dan.

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Erol Ekîcî li ser operasyonên di bin navê KCK'ê de tên meşandin girtin û qedexeya grevê daxuyaniya nivîskî weşand. Ekîcî diyar kir ku, kurdên ku wekheviyê dixwazin tên girtin. Ekîcî bibîr xist ku, ji bo daxwaza perwerdehiya pê re kiriye 8 sal cezayê girtîgehê biriye û bal kişand li ser qedexekirina greva karkerên endamên sendîkayan.

Ekîcî got; "Di bin navê operasyonên KCK'ê de 5 hezar kes hate girtin. Kiryarên Komkujiya Roboskiyê hîn nehatine darizandin, AKP'ê dixwaze ser wê bigire. Heta îro hemû rêbazên leşkerî di pirsgirêka kurd de hatiye ceribandin. Çareserî tenê bi qebûlkirina mafên demokratîk ên gelê kurd e. Muxatabên vê jî siyasetmedarên kurdin."

Lijneya Rêvebiriya Genel Îş derbarî operasyona li Wanê ya li ser navê KCK'ê hate lidarxistin, daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "AKP nîyeta xwe da xuyakirin ku li şûna çaresiya pirsgirêka kurd bibîne, ji bo xwe li herêmê xurt bike êrîşî saziyên kurdan dike. Ev rêbaz heta niha gelek caran hatiye ceribandin, lê tu xêr jê dernakeve. Divê hikumet dev ji operasyonan berde û kesên heta niha hatine girtin divê bên berdan. "