Li Mêrsînê sala 2011’an 140 zarok, tenê di 6 mehên destpêkê yên 2012’ê 80 zarok hatin binçavkirin. Weke din di 6 mehên dawî de 26 zarokên mexdûrên Pozantiyê hatin binçavkirin û 16 ji vana jî hatin girtin.
Hema bêje li Mêrsînê her roj zarokên Kurd tên binçavkirin, vê care zarok bi heman awayî tên girtin û îdîanameyên wan jî nayên amadekirin û dernaxînin dadgehê. Vêca ev jî ne bes e, van zarokan jî naxin girtîgehên zarokan.
17 ZAROK BI HINCETA KU TEVLÎ MERASIMA CENAZE BÛNE HATINE GIRTIN
Sala borî bi hinceta ku tevlî merasima cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Sadik Yakut bûne, di nav de serokê berê yê BDP’a Mêrsînê Cîhan Yilmaz jî heyî li gel 43 kesan 17 zarok jî hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn girtin. Di derbarê 17 zarokên ku bi hinceta “ Muxalefeta li dijî Qanûna Meş û Xwepêşandanan” û “Propagandaya rêxistinê kirine” hatine girtin hêjan îdîanameya wan nehatiye amadekirin. Li rexmê ku ev 9 meh in girtî ne jî îdîanameya wan nehatiye amadekirin, piştî ku ji girtîgeha Pozantî ku lê rastî tacîz, tecawiz û îşkenceyê hatibûn sewqî Girtîgeha Zarokan ya Sîncana Enqereyê kiribûn.
‘PÊWÎSTE ZAROKÊ MIN SERBEST BÊ BERDAN’
Dayîka Jiyan Orhana girtî ya 17 salî Emîne Orhan da diyarkirin ku, dema ku ew diçe serdana zaroka xwe, zaroka wê di rewşek xirab de ye û rastî zextên keyfî tê. Dayîka Orhan bal kişand ser ku, zaroka wê ev 9 meh e bi awayek bê maf girtiye û xwest ku di demek kin de derxînin dadgehê û serbest berdin.
‘ZAROK MEXDÛRIYET LI SER MEXDÛRIYETÊ DIJÎN
Serokê ÎHD’a Şaxa Mêrsînê Alî Tanriverdî jî got; "Li rexmê ku pêwîst bû zarok bi awayek serbest hatiban darezandin, bi awayek girtî tên darezandin û her wiha dernaxînin dadgehê jî." Tanriverdî destnîşan dike ku, pêwîste di demek kin de zarokan derxînin dadgehê û wana serbest berdin. Tanriverdî bi lêv kir ku, zarok mexdûriyet li ser mexdûriyetê dijîn.
‘JI 80 ZAROKÊN DI DAWIYA 6 MEHAN DE HATIN BINÇAVKIRIN 60 HATIN GIRTIN’
Li Mêrsînê di sala 2011’an de 140 zarok hatin binçavkirin û ji vana 90 zarok hatin girtin. Di 6 mehên dawî yên sala 2012’an jî 80 zarok hatin binçavkirin û ji vana 60 zarok hatin girtin. 26 zarokên mexdûrê Pozantiyê piştî ku serbest hatin berdan carek din hatin binçavkirin û ji wana 16 kes carek din hatin girtin. Girtina zarokan ne bes e, zarokên ku pêwîste di girtîgehên zarokan de bimînin, avêtine Girtîgeha Tîpa M ya Mêrsînê ku ji bo zarokan qet guncaw nîne.