Li Eskîşehîrê di sîteya tornavan û temîrata otoyê de di atolyekê de teqîn pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên hatine bidesexistin li sîteya tornavan û temîrata otoyan a Eskîşehîrê di atolyekê de teqîneke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hatiye. Teqîna k u saet di 14.00’an de pêk hat 3 karkeran jiyana xwe dest dan.
Hate zanîn ku di teqînê birîndar jî hene û gelek îtfaye, ambulansa 112 û ekîba polîsan çûne cihê bûyerê. Sedema teqînê hê jî nayê zanîn. Lêpirsîna derbarê bûyerê de hêj didome.
TIRKIYE JI BO KARKERAN BI XETERE
Tikriye di warê karkeran de welatê herî bi xeter yê cîhanê ye. Federasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) demeke berê di konferansa ILO de rapora binpêkirina mafên sendîkal de aşkera kiribû û gotibû ku Tirkiye di warê binpÊkirina mafên karkeran de li Ewropayê yekemîne.
Ligorî daneyên Meclisa Ewlehia Kar û Tenduristiya Karkeran di meha çile de 62, di meha sibatê de 42, di meha adarê de 59, di meha nîsanê de 89 kesî jiyana xwe ji dest daye. Di çar mehên ewail yê salê de hejmara karkerên jiyana xwe jid est daye 250 ye. Ligorî wezaretea Ewlehiya Civakî û Xebatê di navbera 2002-2011’an de 10 hezar û 297 karkerî jiyana xwe ji dest dane.