Dîmenên binçavkirina parêzer Tanay hat weşandin

Dîmenên binçavkirina parêzer Tanay hat weşandin

Di meha çile de bi îdiaya ku li hemberî DHKP-C operasyon pêk hat û serokê şaxa Stenbolê Taylan Tanay hat binçavkirin û dîmenên biçavkirina wî hatin weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku bi zorê rêçên tiliyên Tanay tê girtin û wêneyên ketine dosyaya dozê  nîşan dide ku serokên giştî yê ÇHD’ê Selçuk Kozagaçli rastî heman pêkanînan hatiye.

 Di 18’ê Çile de bi îdiya ku li hemberî DHKP’ê operasyon pêk hat û di nava wan de serokê giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û serokê şaxa Stenbolê Taylan Tanay jî hebû gelek parêzer hatin binçavkirin.

Dîmenên ku nîşan dide li Midûriyeta Polîsan bi zorê rêçên tiliyên wan tên girtin, ket dosyaya ÇHD’ê.

 

Dîmenên ji aliyê rojnameya Radîkalê ve hatine kişandin ji kameraya polîsan hatiye kişandin û di dîmenan de Tanay dibêje ji xwe rêçên tiliyên wî li midûriyetê hene, ya duyemîn dê qebûl neke.

Lê komîser hinceta ‘2012 derbasî serdema dijîtal bûye’ da ber û dibêje dê rêçên tiliyan bigire. Komîser diyar dike ku ger tu zorê derbixe dê bi zorê bê girtin û Tanay ji aliyê 5 polîsan ve bi zorê li erdê tê dirêjkirin.

Tanay li dijî vê zora polîsan diqîre û polîsek dibêje; Taylan beg niha îşkence nayê kirin, rêça tiliyan tê girtin.

Demek dirêj Tanay diqîre û kar û barê girtina rêça tiliyan 5 deqeyan didome.

Serokê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli jî di dema binçavkirinê de wêneyên wî yên ku polîs bi zorê mînaka xwîn, tuf û rêça tiliyan digire ket dosyaya dozê. Di wêneyan de tê dîtin ku bi zorê devê Kozagaçli vedikin.

Parêzeran der barê îşkenceya ku dîtin de serî li dozgerî û Odeya Tabîbên Tirk (TTB) dan.

 Serokê ÇHD’ê Kozagaçli, serokê şaxa ÇHD’a Stenbolê Taylan Tanay, endama lijneya rêveberiya ÇHD’a Stenbolê Guçlu Sevîmlî, endama ÇHD’ê Naciye Demîr, endamê ÇHD û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Gel Barkin Tîmtîk, Ebru Tîmtîk, Şukriye Erden, Gunay Dag û ji lijneya rêveberiya ÇHD’a Enqereyê Betul Vangolu Kozagaçli, di 21’ê Çilde bi îdiaya endamên DHKP-C’ê ne hatin girtin.