Hikûmeta AKP’ê, deynê enerjiyê yê li Tirkiyeyê kir hincet û li her derê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bendavên Hîdro Elektirîk (HES) ava kir.Kesên ku naxwazin mal, gund û dîroka wan di bin avê de bimînin, bi çi re rû bi rû dimînin: Cop, binçavkirin, girtin û heta mirin!
Kesên li hemberî Santralên Hîdroelektîrê (HES) têkoşînê dimeşînin zextên darazê yên li ser wan bi dawî nabe. Mînaka dawî jî ji navçeya Bazarcix a Mereşê hat. Welatiyê bi navê Alî Kutuk hate binçavkirin. Piştre hate girtin û bi pereyê ku da serbest berdan. Heta niha gelek kes kul i hemberî HES’ê têkoşîna htain girtin, binçavkirin û rastî cezayê pere hatin.
Li dadgehê Tirkiyeyê darizandin ji bo her kesî hêsan e. Yanî ne ‘sucdar’ hûn ‘bê sûc’ bin ev bes e. Mînak tenê welatiyekî kurd, kedkarekî sosyalîst ji bo girtinê şertê esas e. Ger ku fikarên we der barê jiyanê de hebe û ev fikar we li hemberî satralên hîdroelektîrê bide sekinandin wê demê hûn ji zû de bûne hedefa dewletê. Hikûmet bi polîtîkaya siyasetê kurdan- şoreşgeran, bi polîtîkya aboriyê karker-memuran, bi polîtîkaya çandiniyê gundiyan û bi polîtîkayên hawirdorê jî kesê li hemberî HES’ê dertên mexdur dike.
Hikûmeta AKP’ê bi van polîtîkayên xwe hemû muxalîfan dike hedef. Gelek kesên ku li hemberî çêkirina HES’ê dertên êdî li hemberî darazê ne. Gelek kes tên darizandin û gelek birîndar dibin. Em van dikarin bi gelek mînakan bînin bîra we.
BERIYA ÇÊKIRINÊ DEST BI KUŞTINÊ KIR
Li hemberî têkoşerên HES’ê bê tehemulî sînor bezandine. Li Hopayê vê bêtehemuliyê xwe da bû. Metîn Lokumcu di dema mîtînga serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan de di nava kesên ku pankarta li hemberî HES’ê vekiribû de bû. mamosteyê Teqawî Lokumcu di encama êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da. Erdogan der barê vê de xemgîniya xwe neanî ziman berovajî vê got ‘yê ku bike dê bibÎne.’ Ji bo yên din jî deriyê darazê vebibû.
9 SAL CEZA HATE XWESTIN
Jina bi navê Leyla Yalçinkaya jî di têkoşîna HES’ê de derket pêş. Ew hêj 17 salî bû. Ji pêşeroja xwe bi fikar bû. Yalçinkaya li Erziromê ji berk u tevli çalakiya protestoyî ya HES’ê bû ji aliyê dadgehê ce rastî cezaya ku tevli mîtînga nebe hat. Bi vê jî sînor neman 9 sal ceza hate xwestin. Her wiha têkiliya Leyla Yalçinkaya bi van kesan re Asiye Keleş (64), Alî Dursun (64), Nurettîn Uzun (62), Mehmet Dursun (57), Rabîa Durusu (57), Bekîr Bostanci (56), Lutfu Guçlu (49), Îbrahîm Koksal (48), Murat Şahîn (47), Songul Beyazdaş (44), Alî Uslu (23), Muhsîn Saykan (22), Ayşe Bîngol (18) hate qedexekirin.
KESÊN BIRÎNDAR BÛN, YÊN HATIN DARIZANDIN Û YÊN CEZA GIRTIN…
Dîsa li heman navçeyê Tortumê li bajaroka Bagbaşi di çalakiya runiştê de gelek kes bû hedef. Der barê çaliyê de lêpirsîn hat destpêkirin û kesên temenê wan di navbera 17 û 66’an de sewqî dozgeriyê kirin . 14 gundiyên xizan her yek bi 250 TL hatin cezakirin. Di wê çalakiyê de du kes birîndar bibûn û polîstek jî birîndar bibû.
Li navçeya Çaykara a Trabzonê, di navbera xebatkarên hîdroelektîrêkê û gundiyan de pevçûn derktibû. Di bûyeran de 2 cenderme, bi giştî 7 kes birîndar bûn.
Dîsa li Trabzonê xwendekarên zanîngehê li dijî wezîrê hawirdorê HES protesto kir. xwendekar rastî êrîşa tund a polîsan hatin. Xwendekarê KTU Volkan Bilgîn ku birîndar bû wiha got: “Me li hemberî HES’an dê bertekan xwe nîşan bida. Lê êrîşê me kirin. 4 hevalên me bi giranî birîndar bûn.
Ligel vê hikûmeta AKP’ê cezayên pere yên giran li welatiyên hawirdozparêz birî. Li navçeya Pazarcik a Mereşê li gundê Şahîntepe Alî Kutuk ku li dijî peywirdarên HES’ê derketibû bi hevalên xwe re hate binçavkirin. Lê ev destpêk bû. Kutuk ji ber ku cezayê pere neda hate girtin. 12 hezar pere di nava hevalên wî de hate berhevkirin û piştre serbest berdan. Dîsa xwendekarê zanîngehê Muhammet Burat Aykut jî ji berk u li dijî HES’ê derket hate girtin. Parêzerê baroya Îzmîrê Senîha Ozay jî di nava van de ye. 11 meh û 20 rojan ceza girt. Welatiyê bi navê Volkan Ozcan jî 106 rojan li hemberî santrala Gerze Yaykil têkoşiya û hate girtin.
LI HEMBERÎ KONÊN BERXWEDANÊ ÊRÎŞ
Welatiyên Elezîzê jî ji vê yekê şûn de nema. Gundî li dijî bendava Pembelîk a Ava Paş derketin. Konê berxwedanê avakirin. Lê ev bi êrîşên tacîzê bi dawî bû. Li Kastamonu jî li hebmerî HES a Vadiya Loç têkoşîn hate dset pêkirin. aktîvîst û hawirdorparêz jî rastî êrîşê hatin.
DI ÎNŞEATÊN HES’Ê DE MIRINA KARKERAN
Aliyekê din yê trajî yên HES’ê mirina karkeran bû. li Gîresunê 4 karker di encama şemitandina axê de jiyana xwe ji dest dan û yek mir. Li Mersîn Anamur, li gundê Dîbek di înşata HES’Ê de 3 karker di encama şemitandina axê de mirin. Di 24’ê sibatê de li Kozan a Edenê kapaxa HES a Gokdere teqiya û 10 karker mirin.
Li gorî rapora Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kar di sala 2012’an de di înşatên HESê de herî kêm 26 karker mirine.
Di meha çîle de di înşata Arslancik HES’ê de 5 kes birîndar bibûn. 12 roj şûn de di Beypazar a Enqereyê wesayîta HES’ê qeza kir û 12 karker birîndar bûn. Hefteyek şûnde li Mereşê di înşata bendava Kandîl de zinar bi ser karkeran de ket û karkerek mir û 2 ks jî birîndar bû. di 27’ê çile de li Şirnexê kamyona diçû înşata HES qulipî karekerek mir. Li Samsunê jî karkerekî HES’ê bi ceyranê ve ma û birîndar bû.
Di meha adarê de jî ji Nevşehîr, Edene, Erzirom û Dîlokê jî heman agahî hatin. Di adarê de 5 karkerî jiyana xwe ji dest da.