Dijminahiya AKP’ê ya huner û fikrê xwe gihand Şevval Sam’ê jî

Dijminahiya AKP’ê ya huner û fikrê xwe gihand Şevval Sam’ê jî

Rejima AKP’ê her roja ku diçe Tirkiyeyê bêhtir dixişikîne nîrekî bêtehemulî û dijminahiya fikir dike. Ji ber sedema gotinên tên îdîakirin ku Şevval Samê derbarê laçikan de gotiye, konserên Sam’ê yek bi yek tên betal kirin.

Li Tirkiyeya ku Wezîrê Navxweyî huner bi “terorîzmê” re hevwate dike, serokê ku ji ber fikrê wan sucdar dike û dike hedefa polîs û dozgeriyê, her roja ku diçe bêtehemuliya li hember fikrên cûda kûrtir dibe. Îro girtîgehê Tirkiyeyê ji ber girtiyên ji ber fikrên xwe hatine girtin tejîne û serde di avêjin.

Berhemên hunerî bigotina “ûcûbe” rakirin, jib o piyanîst Fazil Say xwestina ceza û her wiha piştî rojnamevanên muxalîf yên ne li girtîgehan ji ekranên TV’yan dûrxistin, konserên Şevval Sam ji ber sedema gotina ku tê îdîakirin li Zanîngeha 100 Yilê ya Wanê gotiye, “Li gor min laçik berhemek yê tekstîlê ye” yek bi yek tên betalkirin. Piştî konsera Sam ya li Karamursela Kocaeliyê di 3’ê Tîrmehê de hatiba lidarxistin hat betalkirin, konsera Duzce ya di 7’ê Tîrmehê ji aliyê Şaredariya Duzceyê ve hate betalkirin.

Şevval Sam bi telephone beşdarî programa 5N1K ya kanala CNN Turk bersiva pirsên Cuneyt Ozdemîr da û gotinên xwe zelalkir.

Sam got; “Ez ev qas behsa aşitî, azadiya fikir dikim gelo ez dikarim bêjim laçik perçeyek ya pace?”, Sam bilêv kir ku, wê behsa aşitî, heskirin, biratiyê kiriye. Sam destnîşan kir ku, “Birastî ger min tiştek wisan gotiba ma ciwana îtîraz nedikir?” Sam anî ziman ku, “Ez mirovan vedixwînim aşitî û heskirinê. Ez ji çapemeniyê jî rica dikim. Bila cewherê gotinên min bibînin. Bila me nexin van kemînan.”