Dijberên G20 hişyarî dan: Em ê park û qadan dagir bikin!
Li Hambûrgê beriya G20 ragêşî bilind dibe. Di çalakiyên dijber de şer diqewimin û krîza herêma kampê a çalakiyan jî nehatiye çareserkirin.
Li Hambûrgê beriya G20 ragêşî bilind dibe. Di çalakiyên dijber de şer diqewimin û krîza herêma kampê a çalakiyan jî nehatiye çareserkirin.
Ji aliyê komeke anonîm a platforma înternetê ya çepên radikal ku di belavoka 'Bi xêr hatin Hambûrgê' weşandî de hişyarî hatin kirin. Kom heta roja Sêşemê dem dan saziyên berpirs yên Elmanyayê.
Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku eger cihek ji bo çalakgeran ji bo kampê neyê avakirin, wê park, qad û hemû kolanan dagir bikin.
Roja Yekşemê li derdora çemê Elbe ku ji bo parka bingehîn were bikaranîn, polîsan êrîşî çalakgeran kiribû û şer qewimîbû.
Polîsên ku bi bombeya gazê êrîş kirîbûn kesek binçav kir. Bi hezaran kesên ku dixwestin konên vekin, polîsan êrîşî wan kir.
Çalakger ji bo ku kampê ava bikin çend hefte ne, têkoşîna hiquqî dikin. Destûr bê dayîn ku çalakger kampê ava bikin lê destûra şev û avakirina mitfaqê nehat dayîn.
Civîna G20 ku ji rêveberên welatên di cîhanê de herî zengîn û bihêz pêk tê wê di 7-8'ê Tîrmehê de pêk were.
Ji bo parastina civîna G20'an 20 hezar polîs hatin erkdarkirin. Dijberên li dijî G20 ji bo ku dengê wan were bihîstin bi taybet roja Pêncşem û Şemiyê li Hambûrgê gelek çalakiyan plan dikin.
Tê payîn ku bi sed hezaran kes tevlî çalakiyên dijberî G20'ê bibin. Roja Yekşemê jî 18 hezar kes beşdarî meşa dijberî G20 bûbû.