Dibistanên wargeha Mexmûrê ketin betlaneyê
Dibistanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ketin betlaneya navbera salê. Xwedekaran bi kelecaneke mezin karnameyên xwe girtin.
Dibistanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ketin betlaneya navbera salê. Xwedekaran bi kelecaneke mezin karnameyên xwe girtin.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran xwendekar ji pênc dibistanên dayîkê, çar dibistanên seretayî, du dibistanên navîn û dibistana amadeyî, bi dawîbûna dema yek ya sala xwendinê ya 2022-2023’yan bi kelecan û kêfxweşiyek mezin karnameyên xwe girtin.
Li dibistana Navîn a Şehîd Jiyan bi kombûna hemû xwendekar û mamostayan ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Pişî rêzgirtinê ji Rêveberiya Dibistanê Mamosta Evdî Repinî axivî û got: “Me di xwendinê de nîvê salê, li pişt xwe hişt û em dikevin betlana 15 rojî. Bi saya Rêber Apo, em îro bi zimanê xwe dixwînin û dîroka xwe nas dikin. Rêber Apo dibêje, zarokên Mexmûrê zarokên min in. Ji bo wê divê em wek şagirtên Rêber Apo, bibin layiqê Rêberê xwe. Me perwerdeya dema yek derbas kir û em dikevin pêvajoyek din a xwendinê de. Ji bo wê divê xwendevanên me hîn zêdetir xwe bidin xwendinê û xwe pêş bixin. Di dema dûyem de divê em xwe baş amadebikin. Ji bo wê em serkeftinê ji we tevan re dixwazin.”
Piştre Cîgirê Dîwana Meclîsa Gel Rûbar Spîndarok axivî û serkeftin ji tevahî xwendekaran re xwest û wiha axivî: “Em dema yek li Rêber Apo, mamoste û tevahî xwendekaran pîroz dikin. Xwendina we ya bi zimanê Kurdî, pêşeroja me diyar dike. Hûn gelek bi şansin ku bi zimanê Kurdî dixwînin. Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo perwerdeya zimanê Kurdî gelek berdêlên mezin dane û divê em bibin layiqê wan. Em di pêşeroja we de serkeftinê dixwazin.”
Piştî axaftinan, belge û diyariyên yêkemînên refan hatin dayîn û piştre tevahî xwendevanan bi kelecanekî mezin karnameyên xwe wergirtin.