Lijneya piledana Krediyê Moody’s, perspektîfa nota krediya Yekitiya Ewropayê ji rawestandinê daxiste ‘negatîfê’. Nota ‘Aaa’ ya di rewşa heyî de pileya herî bilînd a Ewropayê di bi xeterê de ye.
Li aliyekê herêmê Euro ji krîzê dixwaze derkeve û li aliyê din jî der barê feshkirina Euro de deng bilind dibe. Der barê xerabûna nota deyn a Yekitiya Ewropayê de pêngava yekemîn ji Moodys hat.
Lijneya Piledana Krediyê, perspektîfa nota krediya YE’ê ji ‘rawestandinê’ daxist negatîfê. Tê destnîşankirin ku Moodys nota ‘Aaa’ ya herî bilind a Ewropayê daxîne.
Sedema vê jî ev e ku fînansmanê gelemperî ya welatên bi hêz qels bibe. Her çiqas profîla krediyê ya YE’ê bi tedbîrên heyî bi hêz bê qebûlkirn jî, Mondys difikire ku nota herî baş yê YE’ê û bi prensîban bê dest girtin.
Ev helwesta lijneya piledana krediyê, ji bo welatên butçeya YE’ê nota kut ê dayîn nota perspektîfa negatîf nîşan dide. Almanya, Fransa, Îngîlîstan û Hollandayê ji sedî 45 butçeya YE’ê temsîl dike.
Di dawiya meha tîrmehê de Moodys, di asta herî bilind de bigire jî Almanya, Hollanda û Luksemburg perspektîfa krediyê daxist ‘negatîfê’.