Piştî serhildanan girtîgeha Rihayê ku vegeriya komkujiyê, Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Mêrsînê Alî Tanriverdî, bal kişand ser Girtîgeha Mêrsînê. Tanriverdî da zanîn ku kapasiyeta girtîgeha Mersînê 650 ye, lê ji hezar û 500 zêdetir bûye û got; "Girtîgeh dike hema biteqe."
Piştî komkujiya girtîgeha Rihayê hişyara dê li gelek girtîgehên Tirkiyeyê bûyerên wisa biqewimin, hatin kirin. Serokê ÎHD’ya Mersînê Alî Tanriverdî, da zanîn ku di serî girtîgeha Mêrsînê, girtîgeha Osmaniye, Karataş û Edeneyê dikare bûyerên wisa biqewimin. Tanriverdî anî ziman ku divê li ser girtîgeha Mêrsînê bê rawestandin û kapasiyeta girtîgehê 650 ye, lê niha ji hezar û 500’î zêdetir bûye.
Tanriverdî wiha got: “Binê nêrdîwenan û qadê hevpar hemû kirin qawiş. Ev yek jî wisa nayên qebûlkirin.”
DENGÊ XWE NADIN BIHÎSTIN
Tanriverdî wiha pê de çû: “Mafê girtiyan yên herî bingehîn jî tê piştguhkirin. Dengê wan nayê bihistin. Girtî ji ber hin sedeman serî li hin rêyan didin. Tiştên li Rihayê qewimîn, lûtkeya herî dawî ye. Girtiyên siyasî kêm be jî dengê xwe didin bihistin. Lê yên edlî bi tu awayî nadin bihîstin. Zextên l iser wan êdî anî asteke ku nayê qebûlkirin. Bi taybetî di demên dawî de serlêdan ji bo me çêdibin. Wisa xuyaye ku êdî hatine ber teqînê.”
Tanriverî bal kişand ser pêvajoya girtinên dirêj û wiha got: “Gelek kesên ku îdianameyê wan nehatine amadekirin hene. Divê ev mekanîzmeya bê lêpirsîn. Em vê yekê ji nêz ve dişopînin. Polîs fezlekê amade dike, dozger dosyayê amade dike û dadger jî deriyê wê venake û dişîne girtîgehan. Piştre jî ji bo kesekî kerr û lal yê rapora wî heye ceza tê birîn.
LI MÊRSÎNÊ 3 QAWIŞÊN ZAROKAN VEKIRIN
Tanriverdî da zanîn ku piştî skandala tecawîzê ya girtîgeha Pozanti, ev der hatiye girtin û li girtîgehên cuda hatine belavkirin û wiha got: “Li girtîgeha Mêrsînê jî 3 qawişên zarokan hatin vekirin. Ev der ji bo mayîna zarokan qet ne di cih de ne.”
PÊKANÎNÊN TÎMA A BINPÊKIRINAN ZÊDE DIKE
Tanriverdî da zanîn ku divê li hemû girtîgehên zarok lê dimînin personel bê perwerdekirin û wiha got: “Li girtîgehan ekîbeke ji 10 kesan pêk tê û navê wê Tîma A ye hene. Li girtîgeha Osmaniya ekîbek wisa heye. Me bi vegotinên girtiyan ev bi we re parve kiribû. Li girtîgeha Mêrsînê tîmeke wisa ye.”